Debara xelkê navçeyeke Tirkiyê li ser çandin û çinîna sîran e

Enqere (Rûdaw) - Sîr xwarineke giring e û gelek caran şareza jî dibêjin ku xwarina sîrê bo gelek nexweşiyan feyde heye. Bi taybetî piştî Coronayê jî gelek kesan bawerî heye ku sîr ji bo Coronayê jî baş e. Li navçeyeke Kastamonuya Tirkiyê ji 7 salî heta 70 salî herkes debara jiyana xwe bi çandin û çinîna sîran dikin. Sîrên wê navçeyê heman demê ketine lîsteya xwarinên herî bi kalîte ya Yeketiya Ewropayê.

Li Tirkiyê salane derdora 110 hezar ton sîr tê berhemanîn û derdora ji sedî 26 ya hemû sîra Tirkiyê li Navçeya Taşkopruya Kastamonuyê tên çandin û çinîn. Li vê navçeyê derdora 4 hezar kes debara jiyana xwe bi çandina sîrê dikin.

Guslîma Şahîn, Cotkar, dibêje, “Em destpêka meha Adarê dest bi çandina sîran dikin heta dawîya mehê çandin diqede, mehên nîsan û gulanê em av didin û bijareyê dikin. Meha tîrmehê tên çînin. Lê eger baran bibarin ji ber heriyê û eger qet nebarin jî ji ber hişkiyê çinîna sîran zehmet dikeve.”

Sîra Taşkopruyê heman demê bawernameya kalîteyê ya Yekitiya Ewropayê jî wergirtiye û beşeke zêde ya sîra Taşkopruyê ji bo derve tê şandin û li gorî amaran, Tirkiye salane derdora 61 ton sîrê dişîne derve .

Îsmaîl Şahîn, Cotkar, dibêje, “Ez nizanim ji ber axê yan ji ber avê ye lê ez dizanim çi sîr weke sîra me bi tam û xweş nîne. Zêdetirî 30 sal e ez berdewam sîran diçînim, me êdî zevîyên xwe yên genimî jî hemî kirine sîr.”

Sîrên Taşkoprûyê û bi giştî Tirkiye bi rêjeya ji sedî 73.8 herî zêde diçin Qibrisa Bakur, ji sedî 14.2 ya sîran diçin Moldova û ji sedî 8.4 ya sîran jî diçin welatên Rojhilata Navîn. Li gorî cotkaran sedema başbûna sîra Taşkoprûyê zêdebûna madeyê selenyum e di nav axa vê heremê de.

Samet Şahîn, Mamosta û cotkar, dibêje, “Di nava axa navçeya me de selenyûm heye. Maddeya Selenyum jî dibe sedem ku sîrên me gelek cudatir bin jî sîrên navçeyên din.”

Tirkiye heman demê sîrê ji derve jî dikire, di her çar mehên destpêka îsal de 4.300 ton û sala 2020ê jî 16.600 ton sîr ji derveyî Tirkiyê derbasî nav bazaran bûye.