Li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo cenazeyê Heniye nimêj hat kirin

04-08-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Ji bo Heniye li 81 parêzgehên Tirkiy û Bakurê Kurdistanê nimêja cenazeyê wî hat kirin
Ji bo Heniye li 81 parêzgehên Tirkiy û Bakurê Kurdistanê nimêja cenazeyê wî hat kirin
Nîşan Îsmaîl Heniye Hemas Tirkiye Nimêj
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Karvedanên kuştina Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye berdewam dikin.

Li Tirkiyeyê hem siyasetmedar peyaman didin hem jî xelk nerazîbûna xwe nîşan dide.

Roja Înê jî li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo Heniye nîmeja cenaze hate kirin û xelkê piştgiriya xwe ji bo Filistinê nîşan da.

Li Enqereyê jî xelk li Mizgefta Hacî Bayram Welî kom bû û piştî nimêje ji bo piştgiriya xelkê Filistînê dirûşm hatine bilindkirin.

"Li ser dinyayê mezlûm gelek in"

Welatî Mehmet Saît Can got:

“Şehadeta şehîdê me mibarek be. Li ser dinyayê mezlûm gelek in û zalim jî zilma xwe berdewam dikin.

Divê em bibin yek, divê umeta Îslamê li hemberî zaliman û zilmê bibe yek.”

"Hêvî dikim Îsraîê perîşan bibe"

Weltî Mahmut Efe jî diyar kir ku wan nimêja înê bi dilekî xemgîn kir û got:

“Ez rehma Xwedê ji bo birayên me yên li Filistînê şehid bûna dixwazim. Hêvî dikim Îsraîê perîşan bibe.

Di nimêja cenazê de li hewşa Mizgefta Haci Bayram Weliyê Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe Mehmet Aktaş, nunerên partiyên siyasî, berpirsên hinek sendikayan û xelk amade bûn.

Li heşwa mizfgeftê alayên Filistînê û wêneyên Îsmaîl Heniye hatine daliqandin.

Serokê Bakê Ciwanan î HUDA PARê Hemdullah Er jî got:

“300 rojan zêdetir e li Xezeyê jenosîdek tê kirin û heta niha zêdetirî 40 hezar kes şehîd bûn.

Yek ji wan jî serokê Hamasê Îsmaîl Heniye ye. Em jî îro ji bo nimêja cenazeyê wî amade bûn.

Çalakî bernameyên piştgiriya Filistînê li Enqereyê zêdetir bi destê çend komeleyên Îslamî bi rê ve diçin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst