Bozdag: Eger Swêd û Fînland sozên xwe bicih neynin Tirkiye pêngavên pêwîst navêje

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihand ku Swêd û Fînlandê heta niha jî li ser radestkirina çend kesên ku Tirkiye wan weke endamên PKKê dibîne ti bersivek nedane wan û got, “Eger Swêd û Fînland sozên xwe yên ku bo endamtiya NATOyê dane bicih bînin, Tirkiye jî dê soza xwe bicih bîne lê eger bicih neynin Tirkiye jî dê careke din soza xwe bicih bîne û pêngava pêwîst navêje.”

Tirkiye piştî operasyona leşkerî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê daxwaza endamtiya welatên Swêd û Fînlandê bo NATOyê bi hinceta piştevaniya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û bi gotina wan hewandina beşek ji endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tevgera Gulen pesend nekiribû û veto kiribû. Piştî gotûbêjên di navbera  serkirdeyên wan hersê welatan de, Tirkiyê bi mercê birîna piştevaniya HSDê û radestkirina çend kesên li welatê wan ku Enqere wan weke endamên PKKê û Tevgera Gulen dibîne, daxwazên Swêd û Fînlandê bo endamtiya NATOyê pesend kiribûn û di vî warî de lîsteyek pêşkêşî wan her du welatan kiribû. Lê ev mijar hîn jî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandê de cihê nakokiyê ye.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag têkildarî vê mijarê ji medyaya Tirkiyê re axivî û ragihand ku Swêd û Fînlandê heta niha bi awayekî fermî ti bersivek nedane wan.

Bozdag got, “Derbarê 33 terorîstan de berî niha daxwazên Tirkiye hebûn. Me beşek ji van daxwazan dûbare kirin, me yên nû jî lê zêdekirin û gotin wan lê heta niha bi awayekî fermî ti bersivek bo me nehatiye dayîn. Em dê hikûmetên Swêd û Fînlandê di vê proseyê de bişopînin. Swêd, Fînland, Almanya û Fransa hemû jî bûne mala PKKê û FETOyê. Li aliyekê li welatên wan polîs rê bo her cor çalakiyekê didin. Li aliyê din jî çavê xwe bo perwerdekirina terorîstan digirin. Li aliyê din jî piştevaniyeke mezin a çekan didin wan.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê ragihand eger Swêd û Fînland sozên xwe yên ku bo endamtiya NATOyê dane bicihbînin, Tirkiye jî dê soza xwe bicihbîne, lê eger bicihneynîn Tirkiye jî dê careke din soza xwe bicihbîne û pêngava pêwîst neavêje.