Parêzerê malbata Kurd: Derket holê ku komkujî plankirî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê malbata Kurd a ku li Konyayê bikom hat kuştin ragihand, derket holê ku “kesên êrişkar bi awayekî plankirî ev komkujî pêk anîne.”

Malbata Dedeogullari ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê ye,  roja 30ê Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê rastî êrişeke nijadperest hat û di wê êrişê de 7 endamên malbatê bikom hatin kuştin.

Abdrurrahman Karabulut, parêzerê wê malbata Kurd e ku berî niha jî rastî êrişa nijadperstên Tirk hatibû û wî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Karabulut diyar kir, derket holê ku kesên êrişkar, piştî êrişa 12ê Gulanê li ser bernameya Whatsappê grûpek pêk anîne û “bi awayekî organîze û plankirî ev komkujî kirine.”

Li aliyê din Serdozgeriya Konyayê ragihand ku 10 gumanbarên kuştina malbata Dedeogullari hatine girtin.

Piştî qirkirina 7 endamên malbateke Kurd li navçeya Meramê a ser bi Konyayê ve 14 kes hatibûn desteserkirin û ketibûn ber lêpirsînê. 10 kes ji wan 14 kesan hatine girtin. Li gorî agahiyan di nava kesên girtî de dayik, bav, hevjîn û xwişka kujer Mehmet Altun jî hene.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku, ji wan 14 kesên ku di 30ê Temmuzê de piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Herwiha Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyeke din de ragihand ku di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Parêzgariya Konyayê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand, “Mehmet Altun ku 7 hemwelatiyên me bi awayekî hovane qetil kirin, di encama xebata hevbeş û çalak a Rêveberiya Ewlekariyê ya Bajar, Fermandariya Cendirme ya Bajar û Tîmên Taybet ên Herêmê de li cihê xwe lê veşaritibû,hat girtin.”

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.