Li Antalya ji ber şewata daristanan gund tên valakirin

04-08-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Şewata li daristanên Tirkiyê. Wêne: AFP
Şewata li daristanên Tirkiyê. Wêne: AFP
Nîşan Tirkiye Antalya Şewata Daristanan
A+ A-

Antalya (Rûdaw) - Şewata Daristanên dewruberê bajerê Antalyayê li başûrê Tirkiyê hêj berdewam e. Piştî navçeya Manavgatê, li navçeya Gundogmuş jî Daristan dişewitin. Hewlên tîmên agirkujiyê jî ji bo kontrol kirina şewatê berdewam e.

Meşxelên agirê daristanên navçeyên Antalyayê her ku diçe mezintir dibin. Navçe û gund û mezrayên herêmê di bin dûkêlekê reş û bêhna dijwar a şewîtina daristanan de maye, li daristaneke nêzîkî navçeya Gundogmuşê agir zêde dibê lê dengê alikariyê gellek kêm digihe rayedaran.

Tevî tîmên hikûmetê yên agirvemirandinê, kesên xwebexş jî ji bo vemirandina agir alîkariyê dikin.

Îhsan Erdem yek ji wan kesan e, ew dibêje, “Em ji gundên manavgatê hatin. Me got em alîkariya gundên cîran bikin. Lê pêwîstî bi tîmên şareza heye. Eger bixwazin agirî kontirol bikin pêwîste kanaleke mezin vekin, bo vê jî pêwîste tîmên agirkujiyê werin.”

Hûsnû Çalişkan, welatiyekî navçeyê ku cotkar e, gazinan dike, ku hewldanên bo vemirandina agir têrê nakin. Hûsnû diyar kir, “Ji vî Milî ve agir tê bo nava gundê me. Çi midaxele nahên kirin. Doh bo me dozerek şandin me hindek pêşîya agirî girt lê îro dozer jî nehat.”

Li gundê Karabulê yê ser bi navçeya Gundogmîşê ve, xelkê gundî şepirze ne ji ber ku li hember gundê wan daristan dişewite û ew hêdî hêdî dikevine ber doprêça agir, neçar in ku gundê xwe vala bikin.

Hasan Erdem, xelkê gund ku bi cotkariyê debara jiyana xwe peyda dike, dibêje, “Em çi bikin, me bi neçarî hindek kelûpelên pewîst berhev kirin. Em diçin cihekî ewleh, em jî nizanin çi bikin Xwedê alikariya me bike.”

Ji 28 Tîrmehê ve li navçeyên Anatalyayê, Manavgat, Gundogmuş, Serîk, Aksekî û Alanyayê şewata daristana berdewam e. Hikumeta Tirkiyê bi piştigirya alikariyê nêwedewletî û derfetên xwe hewla vemirandina agirên daristanan dide.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst