Çavuşoglu: Dê ji Ukraynayê 4 helîkopter bên

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku 4 helîkopterên din ên ji Ukraynayê dê beşdarî hewldanên vemirandina şewata daristanan bibin.

Ev nêzikî hefteyeke li daristanên Tirkiyê şewat berdewam e. Di derbarê ziyanên şewatê de sê wezîrên Tirkiyê ,Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adil Karaismailoglu, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu li navenda Koordînasyona AFADê ya Manavgatê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu diyar kir ku dê 4 helîkopterên agirkujiyê yên ji Ukraynayê beşdarî xebatên vemirandina şewata daristanan bibin.

Mevlut Çavuşoglu got ku li sê heremên şewatê ,Gulendag, Gundogmuş û Demîrcîlerê personelên wan di nav agir de mane lê bêbirîn hatine rizgarkirin. Herwiha Çavuşoglu eşkerekir ku ji ber hêza bayê dê sibê bibe rojeke krîtîk û ew ê bi helîkopter û firokeyên agirkujan piştgiriyê bidin wan hereman.

Mevlut Çavuşoglu da zanîn ku ku li Antalyayê heta 5 hemwelatî û 2 karmendên daristanê bi giştî 7 kesan jiyana xwe jidest dane.

Derbarê alîkariyên bo Tirkiyê jî Çavuşoglu wiha got “Ez dixwazim careke din bêjim ku ne mumkun e ku em pêşniyarên alîkariyê yên ku ji me re tên bi quretî an pozbilindî red bikin. Gelek welatan tiştê ku dilê wan hat, gotin û eger pêwîstiya me pê hebe, me ew qebûl kir.”

Di derbarê alikariya welatên yekîtiya Ewropayê  (YE) de jî Çavuşoglu amaje bi wê yekê kir ku di serî de pêwîstiya wan bi helîkopter û firokeyan hebûye û welatên YE berê gotine ew dikarin wan bidin lê paşê ji ber şewatên heremên xwe hin welatan gotine ku ew nikarin bidin.

Herwiha Çavuşoglu li ser Yunanê jî got ku Wezîrê Dervê yê Yunanê pêşniyara alîkariyê kirine lê paşê li balyozxaneya me geriyane û sedemên ku çima nikarin helîkopteran bidin û dikarin firokeyan bidin eşkere kirine.

Li aliyê din Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum jî diyar kir ku Bi tevahî 47,5 milyon lire ji Antalyayê re hatiye şandin û wiha berdewam kir “Li heremê çiqas axwirên ku zirar dîtine hene em ê di nav 3 mehan de dîsa li cihên wan çê bikin.”

Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adil Karaismailoglu jî ragihand ku Armanca wan ya sereke ew e ku şewatê vemirînin û got jî “Mafê tu kesî tune ku bi dezenformasyonê demoralîze bike. Divê hemwelatî vê yekê nehesibînin.”