Tirkiye: Ji sedî 58ê xelkê sîstema parlamenteriyê dixwazin

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyê ya Avrasya  encamên rapirsiya xwe ya dawî eşkere kir. ji sedî 58ê welatiyên Tirkiyê  dibêjin, “Em dixwazin vegerin sîstema parlamenteriyê.”

Di rapirsiyê de ji welatiyan tê pirsîn ka heta çi astekî baweriya we bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û sîstema serokatiyê heye. Herwiha derbarê hilbijartina pêşwext de jî nerîna welatiyan tê wergirtin ku car car partiyên opozisyonê tînin ziman. Li gor rapirsiyê rêjeya kesên dixwazin vegerin sîstema parlamenteriyê ji sedî 58 û rêjeya welatiyên dibêjin “Erdogan diecibînin” ji sedî 37.8 e.

Li gor rapirsiyê, li ser pirsa, “Herî zêde kîjan serok an seroka giştî diecibînin”, rêjeya kesên dibêjin  Erdogan  hildibêjrên ji sedî 37.8, rêjeya yên dibêjin “Na ” ji sedî 42.1,  Rêjeya bê biryaran ji sedî 20.1 e.

Di rapirsiya Avrasyayê de rêjeya Ecibandina Serokên Giştî yên partiyên din ên Tirkiyê bi vî awayî ye::

Kemal Kiliçdaroglu

Diecibînim: %32,4

Naecibînim: %46,3

Ne diecibînim û ne naicibînim: %21,3

Meral Akşener

Diecibînim: %21,9

Naecibînim: %54,7

Ne diecibînim û ne naicibînim: %23,4

Selahattin Demirtaş

Diecibînim: %15,3

Naecibînim: %67,8

Ne diecibînim û ne naicibînim: %16,9

Li ser pirsa, “Eger di navbera Sîstema Parlamenterî û Sîstema Serokatiyê de referandûm bê kirin kîjanê hildibijêrin”, ji sedî 58,9ê welatiyan dibêjin “Sîstema Parlamenterî.” Yên “Sîstema Serokatiyê” dixwazin ji sedî 32 û rêjeya bêbiryaran jî ji sedî 9,1 e.

Piraniya welatiyan çaverê nakin ku hilbijartina pêşwext were kirin. Li ser pirsa “Li gor we hilbijartina pêşwext tê kirin” ji sedî 33,5ê welatiyan dibêjin “Belê”, ji sedî 56,4 dibêjin “Na” û rêjeya bêbiryaran jî ji sedî 10,1 e. Li ser pirsa “Gelo di hundirê saleke pêşiya me de hilbijartin tê kirin” ji sedî 72,3ê welatiyên beşdarî rapirsiyê dibêjin “Belê” ji sedî 15,6 dibêjin “Na” û rêjeya bêbiryaran ji sedî 12,1 e.

Rêjeya kesên ku dibêjin “Eger hilbijartina pêşwext were kirin Erdogan bi ser dikeve” ji sedî 44,9 û yên dibêjin “Biser nakeve” ji sedî 45 e. Rêjeya kesên dibêjin “Bi berbijêrên din ve girêdayî ye jî” ji sedî 9,4 e.