Ji dozên Ergenekon û Balyoz re erê lê ji yên KCKê re na!

05-08-2016
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Nîşan KCK Balyoz Ergenekon Tirkiye Doz
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê piştî girtina hejmareke zêde ya polîs, dozger û dadgeran bi tohmeta hebûna pêwendî li gel Fethullah Gulen, hemû dozên mezin dê ji nû ve bên dîtin, lê belê dozên KCKê weke berê mane û biryara dubarekririna darizandinê bo dozên KCKê nehatiye dan. Parêzerên kurd ji bo ku ew doz jî ji nû ve bêne destpêkirin serî li dadgehan didin.

 

Di salên dawîn de rojeva Tirkiye bi çend dozên mezin hatibû dagirtin. Piştî ku eşkere bû ku polîs, dozger û dadgerên ku di van dozan de pêywirdarin girêdayî cemaeta Fethullah Gulen in hemû doz ji nû ve hatin despêkirin û kesên girtî jî tev de hatin berdan û tenê dozên KCK wek xwe man. Parêzerên kurd, niha ji bo ku heman maf bo kurdan jî bi kar bê serî li dadgehan didin.

 

Levent Korkût Akademisyen-Hiqûqzan têkildarî mijarê ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Divê ji bo hemû dozên ku ji 2007’an bi şûn de despêkirine lijneyek bê avakirin. Hemû dozger û dadgerên van dozan di binê gumanên mezin de ne. Hinek jî derketine derveyî welat. Divê komîsyonoke ciddî ji dadgerên destûrê bê avakirin û ew doz ji nû ve destpê bikin. Gelek dozên mezin ên ku di binê gumanan de ne hene. Bi hezaran kes hat mexdûrkirin. Divê ew mexduriyet bêne telafîkirin û kesên girtî jî bêne berdan.”

 

Beriya derbeyê hin delîl derketibûn ku dozên weke Ergenekon, Balyoz, Şîke, İBDA-C û KCK  bi xefkên cemaeta Gulen bi rê ve çûne. Piştî vê jî bêyî KCK’ê hemû doz ji nû ve hatibûn dîtin. Tevî ku hikûmet jî niha vê yekê teqez dike, dozên li hemberî kurdan berdewam in û hîna jî bi hezaran kurd di girtîgehan de ne. Bo ji holê rakirina vê dualîbûnê serlêdan li 16. dadgeha cezayê giran a Stenbolê hat kirin.

 

Parêzerê Dozên KCKê Hûzeyîn Bogatekîn jî rexne li  wê yekê digire, ku çima dozên KCKê û dozên pêwendîdar bi kurdan ji nû ve nehatine destpêkirin û weke pêştir berdewam in.

 

Hûzeyîn Bogatekîn di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re wiha got:

 

“Piştî sala 2009’an bi sernavê KCKê li hemberî siyasetmedar, parêzer, xwendekar û rojnamegerên kurd operasyonên cidî yên jenosayda siyasî hatin meşandin.  Ji asta ewil despêke hetanî hukmê dawî hemû polîs, dozger, dadwer û xebatkarên raya giştî yan hatine girtin yan jî ji kar hatine avêtin. Rewşeke wiha heye. Li gorî ,311. Qanûna Dadgeha Cezayê jî mesele bi zelalî hatiye zelalkirin. Li gorî vê heke ku hukmekî teqez hatibe girtin û delîl û geşedanên nû hebin, divê ew daraz ji nû ve bê destpêkirin. Me jî li gorî vê serlêdanên xwe li gel 16. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kirin. Hemû doger û dadgerên vê dadgehê jî niha yan girtî ne yan jî di derheqê wan de biryara girtinê heye. Hîna tu bersiv nedane me. Hêvîyeke me ya mezin nîn e lê hiqûq li gorî hêviyan bi rê ve naçe. Ger ku pêwîst be emê dozê bibin dadgehên navnetewî jî. Di dozên weke Balyoz, Ergenekon û Şîkeyê, İBDA-C’yê heman şêwe hate bikaranîn û ew doz ji nû ve hatin destpêkirin. Hemû kesên girtî jî hatin berdan. Li gorî biryarên ku di encama van dozan de hatine girtin, ew doz bi temamî ji aliyê cimaeteê ve hatine kirin û dozger û dadgeran fermanên siyasî girtine. Ew mesele zelal jî bûye. Niha jî rewşeke aşekre û zelal heye. Hemû dadger girtî ne. Belge û dokûmantên ku wan dozger û dadgeran bi kar anîne tev de çêkirî ne û bi biryara dadgehan jî hatiye tescîlkirin. Ew maf tenê ji bo kurdan nayê bikaranîn. Emê di derheqê dozên derveyî KCKê de jî heman daxwaznameyan bidin dadgehan da ku bi deh hezaran kurd û çepgir jî ji heman mafî sûd werbigirin.”

 

Qanûnên Tirkiye ji bo mînakên wiha, fermana telafîkirina mexdûriyetan dide û dihêle ku doz ji nû ve dest pê bikin. Parêzerên dozên KCK’ê didin zanîn ku divê ew maf bê cîbicîkirin. Lê eger ku ew cihêkarî neyê jêbirin, dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Tenê di doza KCKê de zêdetirî deh hezar kes hatibû girtin û bi salan di girtîgehan de mabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst