Li Deryaya Egeyê 35 koçber hatin desteserkirin

04-07-2024
Nîşan Deryaya Egeyê Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorên navçeya Ayvalikê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê li nav Deryaya Egeyê, 35 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê demên dawiyê zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Tîmên Ewlehiya Peravan doh jî li nav Deryaya Egeyê li nêzîkî Girava Cuntayê di belemekê de 35 koçber desteser kirin ku wan dixwest biçin Yunanistanê.

Hat zanîn ku 8 ji wan zarok in.

Her 35 koçber piştî karên yasayî radestî Birêvebiriya Îdareya Koçê ya Balikesîrê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst