DFG: Di meha Hezîranê de 16 rojnamevan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) ragihand ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di meha Hezîrana borî de 25 rojnamevan ketine ber êrîşê, 35 rojnamevan hatine desteserkirin û 16 ji wan jî hatine girtin.

Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê, rapora xwe ya meha Hezîrana 2022an a binpêkirinên dijî rojnamevanan eşkere kir. Li gor raporê, meha Hezîranê 16 rojnamevan ji aliyê dadgehê ve hatine girtin ku hejmara rojnamevanên girtî li Tirkiyê gehiştiye 76 rojnamevanan.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku 35 rojnamevan ketine ber êrîşî, polîsan bi ser malên 25 rojnamevanan de girtine, 35 rojnamevan hatine desteserkirin, tevgera xirab li hember 49 rojnamevanan hatiye kirin.

Li gor raporê:

16 Rojnamevan hatine cezakirin

25 Rûbirûyê êrîşê bûne

25 Polîsan bi ser malên wan de girtine

49 Rastî tevgera xirab hatine

35 Di dema şopandina nûçeyan de hatine astengkirin

27 Ketine ber lêpirsînê

5   Doz li wan hatine vekirin

156 Darizandina wan berdewam e

76 Girtî ne

4   Biryara qedexeya weşanê

12  Nûçe hatine astengkirin