Umit Ozdag: Li Tirkiyê dê şerê navxweyî derkeve

04-07-2022
RÛDAW
Nîşan Umit Ozdag Tirkiye Şerê Navxweyî Penaber Partiya Zafer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag jî got, "Li Tirkiyeyê wê şerekî navxweyî derkeve. Îhtîmala vê yekê çi ye, ji sedî 100 e lê mesele dê kengê bibe ye."

Serokê Giştî yê Partiya Serkeftinê Ozdag ji bo Kongreya Parêzgehê ya partiya xwe çû Aydinê.

Ozdag ku li vir axaftinek kir û tê de destnîşan kir ku ketina wî ya Hatayê hatiye astengkirin û dibêke “Astengkirin, bi binpêkirina Destûra Bingehîn bi fermana Suleyman Soylu pêk hat. Ez gelek ne di wê baweriyê de me ku walîtî xwestibe vê fermanê pêk bîne. Ji ber ku 20 axatinên telefonê pêk hatine û walî jî dibêje `em vê nekin, dibe xelet.` Lê bi zextên Soylu ev pêkanîn dewam kir.”

Ozdag îdia kir ku `dê li Tirkiyê şerê navxweyî` derkeve û wiha berdewam kir “Jiyana aborî, kolanên me bê ewle bûne. Çete ava dibin. Di encamê de dê li Tirkiyeyê şerê navxweyî derkeve. Ji sedî çend îhtimal e? Ji sedî 100 îhtîmal e, lê pirs ev e ki dê kengê bibe. Em dizanin ku em niha partiya 8emîn in.

Trenda me ya bilindbûnê berdewam e. Em dê encameke wisa wergirin ku Tirkiye dê pir matmayî bimîne. Ez bawer nakim ku dinya matmayî bimîne. Ji ber ku dema li welat ji sedî 1 penaber hebin dengên hikûmetê ji sedî 1.2 kêm dibe. Li Tirkiyê penaber ji sedî 10 in. Ji ber vê mijarê dengên hikûmetê dadikeve ji sedî 12an. Kesên ku serê sibê ji bo dengê xwe bidin partiyên cuda ji mal derketin, dema gihîştin ser sindoqan; dema ku bibînin Sûriyeyî diçin ser sindoqan, dê dengê xwe bidin Partiya Zaferê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst