YSKê encamên fermî yên hilbijartiinan ragihand

04-07-2018
RÛDAW
Nîşan HilbijartinTirkiye YSK Encam
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Lijneya Bilinda Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) encamên fermî yên hilbijartinên 24ê Hezîaranê eşkere kir.

 

Lijneya Bilinda Hilbijartinan a Tirkiyê bi daxuyaniyekê encamên misoger ên Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27emîn û Serokomariyê ragihand.


Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên 24ê hezîranê de 51 milyon û 178 hezar û 630 dengder çûne ser sindoqan. Ji dengên hatine dayîn 50 milyon û 68 hezar û 627 hatine qebûlkirin û yên din jî hatine betalkirin.

 

24ê hezîranê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartina serokomarî û hilbijartinên giştî yêngera 27an a parlementoyê hat kirin. Ji sedî 86.2 beşdarî di hilbijartinan de bûye.

 

Serokê Lijneya Bilinda Hilbijartinan Sadî Guven diyar kir ku hilbijartin biencam bû û da zanîn Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 26 milyon û 330 hezar û 823 deng (ji sedî 52,59) deng sitandin.


Namzedê CHPê yê bo Serokomariyê Muharrem Înce 15 milyon û 340 hezar û 321, Namzedê HDPê Selahattin Demîrtaş 4 milyon û 205 hezar û 974, Namzeda ÎYÎ Partiyê Meral Akşener 3 milyon û 649 û 30, Temel Karammollaoglu 443 hezar û 704 û Dogu Perinçek 98 hezar û 955 deng wergirtine.

Li gorî encamên Lijneya Bilinda Hilbijartinan a Tirkiyê AK Partiyê 295 kursî, CHP 146, HDP 67, MHP 49 û ÎYÎ Partiyê 43 kursiyên parlamentoyê bidest xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst