ÎYÎ Partî: Pêwîstî bi Hevpeymana Miletê nema

04-07-2018
RÛDAW
Nîşan HilbijartinTirkiye ÎYÎ Partî CHP Hevpeymaniya Milet
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Berdevkê ÎYÎ Partiyê derbarê hevpeyamniya ligel CHP û Partiya Saadetê bo hilbijartinan pêk anî de ragihand ku hevpeymaniya wan bo hilbijartinan bû û niha jî ti pêwîstî bi wê nemaye.

 

Piştî hilijartinên 24ê Hezîranê yên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê, Dîvana Serokatiya ÎYÎ Partiyê cara ewil civiya û encamên hilbijartinan nirxandin.


Berdevkê ÎYÎ Partiyê Aytun Çiray piştî civînê daxuyanî da û ragihand pêwîstî bi “Hevpeymana Milet” nemaye.


Aytun Çiray wiha got: “Hevpeymaniya Milet ji bo hilbijartinan bû. Piştî ku hilbijartin bidawî hatin ti pêwîst bi vê hevpeymaniyê jî nemaye.”


Çiray da zanîn ku ew dê piştî civîna ku endamên rêveberiya giştî û parlamenter têde amade ne, nexşerêya xwe diyar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst