Li taxeke Stenbolê 500 xaniyên kurdan hatine rûxandin

Stenbol (Rûdaw) - Taxeke bajarê Stenbolê ku piraniya xelkê wê niştecihên Bakurê Kurdistanê ne, ji alî sermaeydarekî ve hatine xapandin. Xaniyên wan hatine rûxandin û soz hatiye dayîn ku xaniyên nû bo wan bêne dayîn. Lê sermayedar niha wenda ye û bi sedan malbat bûne kirêcî û niha jî nikarin kirêyên xwe bidin.

 

Ji ber wê rewşê, nîştecihên taxa Fîkîrtepeyê li ser kavilên taxa xwe kon vedane û despêkirine ku bên u li vir bimînin. Welatî bang li hikumetê dikin da ku çareyeke bo wan bibîne.

 

Fîkirtepe kevne taxeke li Kadikoy a Stenbolê. Ew tax bêhtir ji salên 90î pêve ji koçberên Bakurê kurdistanê re bûye stargehek. Lê niha vahiyên bûssînes lê bilind dibin û silîng li her derê taxê dizivirin. Zêdeyî hezar malbatên ku xaniyên wan bi soza xaniyên nû hatine rûxandin, niha mexdûr in. Ji ber ku beşek ji projeya wê taxê rawestiya ye û muteahît li holê nîn e.

 

Zeynep Duzgunoglû yek ji mexdûrên wê taxê ji Rûdawê re diaxive û dibêje: “Xaniyê min aha li vir bû. Xaniyekî misteqîl bû. Ya rast dema behsa nûjenkirinê kirin. Min got ew me ji vir diqewirînin. Em mexdûrên 38ê ne. Çawa ku em di 38an de ji Dêrsim qetil kirin û qewirandin, niha jî me li vir diqewirînin. Wezîr jî hat, got emê çareser bikin lê derew derket. Ez niha kirêcî me û nikarim kirêya xwe bidim. Ez ne xizanbûm lê ez xizan bûm.”

 

Li taxa Fîkîrtepe berê derdora 100 hezar kes niştecîbû. Ji ber ku cihekî bi qîmet û li navendeke baş cî digire, sermayedaran çavê xwe berdane wir. Beriya 5 salan piraniya taxê bi soz û senedan hatiye valakirin. Soz hatiye dan da ku li beramberî xaniyên heyî, di avahiyên lûks de xanî bêne dayîn. Lê ew yek cîbicî nebûye.

 

Mexdûreka din a bi anvê Hubyar Bûdun jî behsa derdê xwe ji Rûdawê re dike û dibêje: “Ê min 5 daîreyên min hebûn. Seyareya min hebû. Lê niha ez mame li kuçeyan. Kirêya men adin, em perîşan in. Mêrik wenda ye. Em çi bikin. Nûnerên hikumetê jî çend caran hatin lê pêşveçûnek nîn e. Daxwaza me çêkirina xaniyên me ye.”

 

Xelkê ku piştî rûxandina xaniyên wan bûne kirêcî, niha li cihê xaniyên xwe kon vegirtine û dibên heta ku heqê me neyê dayîn emê li virbin û ger pêwîstbe emê dest bi mangirtinê bikin.

 

Keyayê (muxtarê) Taxê, Ehmet Gedîz jî li ser wê bûyerê tekez dike: “Niştecihên taxa me bi sermayedar re peyman çêkirin û xaniyên wan hatin xirakirin. Wê li şûna wê xaniyên nû bidana. Niha mexdûr tev de ketine binê dêynan. Jêrxan hate danîn û sermayedar wenda bû.”

 

Sermayedarê ku proje hiştiye û wenda bûye kesekî navdar e bi navê Necatî Şaşmaz. Şaşmaz xwediyê Pana Fîlmê ye û bi rêzefîlm û fîlmên 'Kûrtlar Vadîsî' tê naskirin. Mexdûrên taxê ku piraniya wan nikarin kirêya xwe bidin, li bendê ne ku serokwezîr û şêwirmendê wî, ew soza ku bo çareseriyê dane, cîbicîbikin.