ÎYÎ Partî li dijî pêşxistina hilbijartinên şaredariyan derket

04-07-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye ÎYÎ Partî Koray Aydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekem partiya Tirkiyê dijayetiya xwe ji bo pêşxistina hilbijartinên şaredariyan eşkere kir.

 

Partiya Baş anku ÎYÎ Partî ya Tirkiyê, ku di eniya opozisyona wî welatî de cih digre, helwêsta xwe li ser bi pêşxistina hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê aşkere kir û parlamentereka wê partiyê ragihand, ku pêşxistina hilbijartinan red dikin.

 

Parlementer û kesatiya ÎYÎ Partiyê, Koray Aydin di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ku ew ne li gel pêşxistina dema hilbijarinên şaredariyan in, û ew ne di wê baweriyê de ne, ku partiyên din jî li gel pêşxistina hilbijartinên şaredariyan bin.

 

Bi gotina Koray Aydin, ti partiyên opozisyona Tirkiyê, pêşxistina hilbijartinên şaredariyan qebûl nakin.

 

Koray Aydin got, ku ti cudahî di navbera mehên Adar û Mijdarê de tuneye, lewma baştir e ku ew hilbijartin di mehda Adara 2019an de birêve biçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst