Devlet Bahçelî ser ‘qeyûm’ axivî!

04-06-2024
Nîşan Devlet Bahçelî Qeyûm Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî ya MHPyê Devlet Bahçelî piştgirî da biryara tayînkirina qeyûm.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Serokê Giştî ya MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de li ser vê mijarê axivî.

Devlet Bahçelî piştgirî da biryara tayînkirina qeyûm û got:

“Wezareta me ya karên navxwe di çarçoveya hiqûqê de ketiye dewrê.

Bi serê xwe skandalek e ku yekî PKKyî beşdarî hilbijartinan bibe.

Em şaredarên terorîst û parlamenterên terorîst naxwazin.”

Devlet Bahçelî di berdewamiya axaftina xwe de êrişî CHPyê jî û got:

“Ez dixwazim ji CHPya DEMbûyî bipirsim: Hûn texeyula normalbûneke çawa dikin?”

Çi bûbû?

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş doh bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin û li Wanê hat desteserkirin.

Heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 11 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Heta niha li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê qedexe hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst