Roja hilbijartina Serokê Parlamentoya Tirkiyê diyar bû

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Parlementoya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementoya Tikriye dê roja 7ê Hezîranê bi Serokatiya Serokê Demkî Devlet Bahçelî bicive da ku serokê nû yê Parlamentoyê hilbijêrin.

Parlementoya Tirkiye roja 7ê Hezîranê 2023ê dicive û di vê rûniştinê de dê Serokê Parlamentoyê were hilbijartin. Di heman demê de Wezîrên ku di kabîneya nû de cihdigrin û Wezîrên berê yên ku parlementerin dê di wê rûniştinê de sond bixwin.

Piştî sondxwarina wan, berbijêrên partiyan yên bo Serokatiya Parlamentoyê bên destnîşankirin, dê bi dengdanek girtî hilbijartina gera yekem were kirin.

Di dû gerên despêkê de ger yek ji navan 400 dengan bidest nexe dê hilbijartin biçe bo gera sêyem, di gera sêyem de yê dengê herî zêde bidest bixe ku divê 301 deng bin dê biser bikeve, lê ger tu kesê ev deng bidestnexistibe, dû kesên ku dengên herî zêde bidestxistine dê biçin gera çarem û berbijêrê dengê herî zêde wegirtî dê bibe Serokê Parlementoya Tirkiye.

Piştî ku Seokê Parlementoyê hat hilbijartin bi heftiyekê dê dîwana Serokê Parlamentoyê were destnîşankirin. Her wiha dê Wekîlê Serokê Parlementoyê, Endamên Rêveberiya Îdarî û Katip werin destnîşankirin.

Her wiha tê çaverêkirin ku sererastkirina yasaya mûçeyê kêmane yê xanenişînan û fermanberan berî Tîrmehê bikeve rojeva parlementoyê û bibe yasa. Ji ber wê yekê dê parlemento heya cejna Qurbanê kar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst