Wezîrê Dadê yê Tirkiyê yê nû: Miletê me destûreke nû heq dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç ku di kabîneya nû ya Tirkiyê de erk wergirtiye got, milletê me destûreke nû, demokratîk û sivîl heq dike.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an di dema eşkerekirina kabîneya nû de banga “destûreke nû” kir û got, ew dê destûra Tirkiyê biguherin.

Li ser vê yekê Wezîrê Dadê yê Tirkiyê yê nû, Yilmaz Tunç amaje bi wê yekê da ku heta niha di Destûra Bingehîn de guhertinên girîng hatine kirin ku di asta reforman de bûne.

Tunç li ser mijara destûreke nû bo ajansa fermî ya Tirkiyê axivî û got: “Derbasbûna Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê bi serê xwe reformeke rêveberiyê bû. Di warê mafên jin û zarok û serlêdanên şexsî yên Dadgeha Destûra Bingehîn de hejmarek yasa hatin guhertin. Milletê me destûreke nû, demokratîk û sivîl heq dike. Hêvîdar im di dema nû ya parlamentoyê de lihevkirinek çêbibe û em bikaribin bo miletê xwe destûreke demokratîk çêbikin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç pêştir li Parlamentoya Tirkiyê demeke dirêj di nav Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê de cih girtiye.