Wezîrên nû kengî dest bi kar dikin?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku careke din wek Serokkomar hat hilbijartin lîsteya kabîneya nû eşkere kir.

Recep Tayyîp Erdoganê ku di hilbijartinên serokkomariyê yên 28 Gulanê de bi ser ket, di 3ê Hezîrana 2023an de li parlamentoya Tirkiyê sond xwar û bi fermî dest bi wezîfeya xwe kir.

Di heman rojê de piştî merasima Kulliyeyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kabîneya xwe ya nû eşkere kir.

Di kabîneya nû ya Hikûmeta Tirkiyê de du Kurd weke wezîr hatine destnîşankirin. Mehmet Şîmşek weke Wezarê Xezîne û Darayî û Cevdet Yilmaz jî weke Cîgirê Serokomarê Tirkiyê.

Roja Yekşemê di 4ê Hezîranê de dê di navbera cîgirên berê û wezîrên berê û yên nû de merasima teslîmkirinê ya hikûmetê bê lidarxistin.

Di heman rojê de piştî teslîmkirinê dê alîkarên serokkomar û wezîrên ku hatine tayînkirin di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê da sond bixwin.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku yekem civîna kabîneya nû dê roja Sêşemê di 6ê Hezîrana 2023an de bê lidarxistin.

Kabîneya nû ya Serokomariyê ev e:

Cîgirê Serokomarê Tirkiyê: Cevdet Yilmaz

Wezareta Dadê yê Tirkiyê: Yilmaz Tunc

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî: Mahinur Ozdemir Goktaş

Wezareta Kar û Ewlekariya Civakî: Vedat Işikhan

Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê: Mehmet Ozhasekî

Wezareta Derve: Hakan Fidan

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî: Alparslan Bayraktar

Wezareta Ciwanan û Werzişê: Osman Aşkin Bak

Wezareta Xezîne û Darayî:  Mehmet Şîmşek

Wezareta Navxweyî: Alî Yerlîkaya

Wezareta Çand û Geştyariyê:  Mehmet Nûrî Ersoy

Wezareta Perwerdehiyê: Yusuf Tekin

Wezareta Berevaniyê: Yaşar Guler

Wezareta Tenduristiyê: Fahrettin Koca

Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê: Mehmet Fatih Kacir

Wezareta Çandinî û Daristanan: Îbrahîm Yumaklî

Wezareta Bazirganiyê:  Omer Bolat

Wezareta Gihandin û Binesaziyê: Abdulkadir Uraloglu