Di rêzefîlma ATV de heqaret li Herêma Kurdistanê û Kurdan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di beşa vê hefteyê ya rêzefîlma "Yalniz Kurt (Gurê Bitenê)" ya ku di kanala ATVyê tê weşandin de, dîmenên ku statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê armanc digirin û heqaretê li Kurdan dikin hatin nîşandan.

Di beşa rêzefîlma "Yalniz Kurt (Gurê Bitenê)" de ku roja Înê 3ê Hezîranê di ATV ya kanala Turkuvaz Medyaya ku nêzikî Hikûmeta Tirkiyê ye, hat weşandin de, gotinên xeyalî, biçûkxistin û heqaret li Herêma Kurdistanê û Kurdan hatin kirin.

Rêzefîlm ya Osman Sinav ê ku bi senaryoyên xwe mafyayan li Tirkiyê pak nîşan dide û hewl dide dewleta kûr û rêxistinên qirêj bi temaşevanan bide hezkirin e. Mijara rêzefîlmê qaşo têkoşîna kesên mafya yên Tirk ên li dijî Goliat a hêza emperyal a cîhanî ye ku li ser nexşeyan sînorên welatan diguhere.

Di dîmeneke rêzefîlmê de karaktera "Viking-Tekin Giritli" yê ku li Herêma Kurdistanê bi awayekî neyasayî li pey bazirganekî bi navê "Nizamettin Koz" e, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê girtin û darizandina wî nîşan dide.

Di dîmenên ku nirx û sembolên mezin ên weke Ala Kurdistanê û posterê Serok Mesûd Barzanî tên bikaranîn de Tekîn Giritlî heqaretan li dadgehê dike.

“Tekîn Giritlî” di dîmenan de statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê biçûk dixe û îdia dike ku pêkhateyên etnîkî û olî yên li herêmê jî li dijî Kurdan in û hewl dide têgihiştinên wek “Kurd nikarin bibin dewlet” û “Kerkûk û Mûsil ya Tirkan e” bide qebûlkirin.