Muharrem Înce sivkatî bi Kurdî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Muharrem Înce ku ji CHPê cuda bû û Partiya Memleket ava kir, têkildarî daxwazên perwerdehiya bi zimanê dayikê, sivkatî bi zimanê Kurdî kir û got, “Ne li gor pedagojiyê ye.” Ev gotinên Înce nerazîbûneke tund li pey xwe anî û siyasetmedar Îbrahîm Halîl Baran diyar kir, “Pêşiyê lingê we dişkînin û paşê dibêjin werin em bikevin rikeberiyê. Tirkî 90 salan bê qedexekirin, ji bo çûyana destavê jî peyv namînin.”

Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce di dema beşdariya xwe ya di bernameya televîzyoneke tirkî de behsa daxwazên perwerdehiya bi zimanê Kurdî kir ku van rojan bi wê daxwazê li bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî birêve diçin.

Muharrem Înce amaje bi wê kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mijara pedagojiyê ye û got, “Eger li gel pedagojiyê bigunce, bizanin li gor dewleta unîter e jî digunce. Lê ev yek ne li gor pedagojiyê ye.”

Di dewama gotinên xwe de Înce got, “Eger em bêjin, Fizîk, Bîrkariyê bi Kurdî vebêjin, tê wê wateyê em bêjin `ey keç û xortê Kurd, bibe pizîşk lê li Îzmîrê kar neke, li Colemêrgê bimîne.”

Ev gotinên derbarê Kurdî de yên Muharrem Înce ku berî niha dest ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) berdabû û Partiya Memleket damezrandibû, rastî nerazîbûneke mezin hat.

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmut Alinak amaje bi gotinên Înce kir û got, “Hûn hemû eynî ne. Sûç ê me ye ku hê jî em silav didin we.”

 

 

Serokê Partiya Kurdistanî (Pakurd) Îbrahîm Halîl Baran jî li ser gotinên Înce li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Îbrahîm Halîl Baran amaje bi siyaseta qedexekirina zimanê Kurdî kir li Tirkiyê û got, “Eger em Tirkî 90 salan qedexe bikin, ji bo çûyîna destavê jî peyv namînin. Her gotineke wan kesên ku 90 salan Kurdî qedexekirin ku bi hemû kûrahî û berfirehiya xwe li holê ye, nîşana bêrûyî û bêariya wan e.”

 

 

Ew siyasetmedarê Kurd dibêje, “Pêşiyê lingên we dişkînin, paşê dibêjin werin em bikevin rikeberiyê. Kesên zimanê me qedexe dikin û yên dibêjin ne li gor pedagojiyê ye, eynî ne.”

Endamê berê yê rêveberiya Partiya Doza Azad (Huda Par) Mehmet Emîn Vural jî amaje bi gotinên Muharrem Înce kir û got, “Gelo dema mijar Kurdî be, pedagojî nabe ku zanista pêşvebirina zarokan e di warê hestyarî û zihnî de. Li gor vî kesî (Muharrem Înce), zanista pedagojiyê sazker û înkarker e, wek wî!”

Muharrem Înce di hilbijartinên serokomariyê de ku ew jî yek ji berbijêran bû, li ser daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê gotibû, “Em dê zimanê dayikê fêrî zarokan bikin.”