Hamamonû ya Enqerê di şevên Remezanan de bi coş û xiroş e

Enqere (Rûdaw) Di meha Remezanê de hindek cih hene, ku mirov pir dixwazin seredana wan deran bikin û bi taybetî di vê mehê de ew cih qelebalix dibin. Hamamonû ya Enqere jî yek ji wan ciya ye. Lê îsal rewşa xirab a Tirkiyê bandora xwe li ser bazirganên Hamamonû jî kiriye. Li gorî salên borî rêjeya xelkê ku seredana Hamanonû dikin ji sedî 60 kêm bûye. 

 

Kolana Hamamonûnû ya Enqerê navê xwe ji hemama Karacbey vergirtiye, ku ev hemam di sala 1440ê de ji aliyê Celaledîn Karacabeyê kurê Ebdulahê beglerbegê Anatolyayê ve hatiye çêkirin.

 

Kolan yek ji şûnên herî dîrokî yê Enqere ye. Kolana navdar a Hamamonuyê heta çend sal beriya niha jî weke wêraneyekê bû. Lê niha bi taybetî di meha Remezanê de xelkekî zêde di dema bang û paşîvan de seredanê dikin.

 

Dîrokzan Levent Tugay dibêje: “Hemamonû piştî sala 2009ê gehişte nasmeya xwe ya nû û şeklê xwe yê niha girt. Di navbera salên 2006 heta 2009ê proseyeke nûjenkirinê hate meşandin. Piştî xebatên 3 salan cihên dîrokî hatine nûjen kirin. Projeya wê ji aliyê UNESCOyê ve hate amade kirin û bi destê şaredariya altindaxê ve hate meşandin. Proje bo 3 salan bû di navbera salên 2006 û 2009ê hatiye cîbicî kirin.”

 

Li Hamamonuyê demeke kêm maya ku mela bangê êvarê bide. Karmendên xwaringehan jî dawî amadekariyên xwe ji bo fitarê dikin…

 

Di gel dengê mela, mirov rojiyên xwe vedikin û bi xwarinên cûrbicûr fitara hemwelatiyan dest pê dike. Lê îsal bazrganên vê şeqamê bi gilî û gazind in.

 

Bazirgan Faysal Denîz diyar dike: “Karên me sekinîne lê em dibêjin rojên destpêkê ne û her sal li Hamamonuyê rojên ewil kar kêm e. Em hêvî dikin, ku heta çend rojan bazar dê geştir bibin. Ev der weke cihên dîrokî hatine qebûl kirin û em nikarin çi guhertinan di dikanên xwe bikin. Dibêjin lazim e hûn taybetiyên wê yên dîrokî biparêzin.”

 

Piştî fitarê dem dema qehweya tirkî ye, ku ev qehwe bi şêweyekî cuda li ser xîzê tê amade kirin…

 

Hesen jî li ser şeqama Hemamonuyê germok an jî bi navê din genimşamiya diforişe. Ew dibêje di Remezanê de piştî qehweyê, xwarina herî xweş germok in.

 

Germokfiroş Hasan Murad dibêje: “Xelkî fitara xwe kir û çay û qehweyên xwe jî vexwarin. Îcar dem dema germokan e. Nêzîkî 9 sal in ez beşdarî vê festîvalê dibim. 3 sal in ku karê me û çoşa vê derê kêm bûye. Hemamonu ji sala 2005ê weke şûneke geştiyarî tê zanîn, nêzîkî xestexane û cihên sereke yên bajêr e. Ji bo geştiyaran cihekî xweş e û xelk dixwaze wextê xwe lê derbas bike.

 

Şîr û şerbet û şekir û helawên cur bi cur li ser vê şeqamê herî zêde mala zarokan dikşînin. Zarok piştî xwarin û vexwarinê îcar dest bi yarîyan dikin. Keyfa remezanê heta mehekê weke festîvalekî li ser vê şeqama navdar bi vî şeklî didome.