KONDA: Derbas dike / OPTIMAR: Derbas nake

Navenda Nûçeyan – Şirkertên lêkolînê yên bi navê KONDA û OPTRIMARê encamên rapirsiya xwe li ser hilbijartinên Tirkiyê eşkere kirin

Li gorî rapirsiya herî dawî li ser hilbijartinên Tirkiyê ya ji aliyê şirkete KONDAyê ve hatî kirin, HDP benda hilbijartinan derbas dike û dengên AK Partiyê jî kêm dibin.

Tenê 3 roj ji hilbijartinên giştî yên Tirkiyê re mane. 

Şîrketa rapirsiyê ya KONDA, encamên rapirsiya xwe li ser hilbijartinên Tirkiyê eşkere kir. 

Li gorî encamên wê rapirsiyê, ku raya 3 hezar û 543 kesan ji bajar û deverên cuda cuda hatiye pirsîn, AKPê %41, CHPê %27.8, MHPê %14.8 û HDPê jî %12.6 bidest aniye. 

Bi vî rengî HDP dikare benda hilbijartinan derbas bike û derbasî parlamentoyê bibe. 

OPTIMAR: Rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 45 e

Li gorî encamên rapirsiya herî dawî li ser hilbijartinên Tirkiyeyê yên ji aliyê Rêvebirê Şirketa OPTIMARê Hilmî Daşdemîr ve hatin pêk anîn rêjaya dengên partiyan ev e:

AK Partî: Ji sedî 45,2

CHP: Ji sedî 26

MHP: Ji sedî 15,4

HDP: Ji sedî 9,4

SP / BBP: Ji sedî2,2

Hilmî Daşdemîr ji Rûdawê re diyar kir ku di wê encama rêjeyê de hejmara dengdêrên hêj biryara xwe nedane dengên xwe bidin kijan partiyê jî hatiye hesab kirin.

Li gorî rapirsiya OPTIMARê rêjeya dengdêrên biryara xwe hêj nedayin ji sedî 9,3 ne. Daşdemîr anî ziman beriya hilbijartinên niha, dengdêrên ku biryara xwe hiştîn roja hilbijartinê piraniya wan dengên xwe dane AK Partiyê û wiha domand:

“Tê pêşbînîkirin ku, dengdêrên biryara xwe hêj nedayin dengên xwe bidin kijar partiyê dê dîsa roja hilbijartina, dengên xwe bidin AK Partiyê.”

ORCê duhî ragihandibû

Şîrketa rapirsiyan a bi navê ORC, encamên rapirsiya ku beriya niha li ser hilbijartinên Tirkiyê kirî, eşkere kiribû. 

Li gorî encamên wê rapirsiyê, rêjeya dengên AKPê %46, yên CHPê %25.3, MHP %15.5 û dengên HDPê jî %9.0 e. Bi vî rengî, HDP di bin benda hilbijartinan de dimîne. 

Rapirsiya şîrketa ORCê di navbera 30ê Gulanê û 1ê Hezîranê de hatiye kirin. 

Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê roja 7ê Hezîrana îsal tên lidarxistin.