Wezîr xwedî li mamosteya ku gotibû ‘gund bi giştî alîgirê terorê ye’ derket

04-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Sirri Sakik li ser gotinên Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê ku gotibû derbarê mamosteya ku hemû şêniyên gundekî wekî “alîgirên terorê” nîşan dabûn de ti cezayek nehatiye dayîn nerazîbûn nîşan da.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn di bernameyeke televîzyonî de li ser rewşa mamosteya ku li Bedlîsê bi giştî şêniyên gundê ku lê mamostetî dikir wekî “alîgirên terorê” bi nav kiribû axivî.

Tekîn diyar kir ku îdiayên di medyayê de hatine belavkirin ne rast in û li ser daxwaza wê bi hinceta “ewlehiyê” cihê erka wê hatiye guhertin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn got:

“Di rojnameyan de hatiye gotin ku mamoste ji kar hatiye avêtin an jî bo cihekî din hatiye şandin.

Divê kes ji van nûçeyên ne rast bawer neke.

Ya rast ew e rêveberê me pêwendî bi mamoste re kiriye û ji bo rûbirûyê rewşekî ne baş nebe û li ser daxwaza wê li cihekî din hat erkdarkirin.”

Li ser van gotinên Tekîn parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Sirri Sakik nerazîbûn nîşan da.

Sakik li ser medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“Di erdnîgariya Kurdan de nijadperestî bûye rêbazeke xelatkirinê.

Fermanberên ji cihên xwe nerazî ne piştî ku nefreta xwe li dijî Kurdan tînin ziman tên xelatkirin.

Ji bo wezîrê wiha mamosteya wiha dibe.”

“Kesên wiha nikarin bibin mamoste”

Beştaşê jî li ser heman mijarê peyamek belav kir û got:

“Wezîrê Perwerdeyê dibêje jikardûrxistina mamoste ne rast e û derbarê wê de jî lêpirsîn nehatiye kirin, wê diparêze.

Dibêje mamoste hemû gundiyan, Kurdan wekî “terorist” bibîne û nefreta xwe bîne ziman jî nabe pirsgirêk.

Mamosteyên ku ji zarokên Kurdan nefret dikin wekî mamoste neşînin. Em dê li her derê vê yekê bişopînin.

Li gorî we divê mamoste nefretê bike û nijadperest be lê li gorî me kesên wiha nikarin bibin mamoste.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku ew mamoste hatiye xelatkirin.

Li gundê Kizwakê yê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê mamosteya bi navê Ayşegul Avci 23yê Nîsana îsal çalakiyên xwe li ser medyaya civakî parvekiribûn û gotibû:

“Ez nû hatim tayînkirin, gund bi giştî alîgirê rêxistina terorê ye.

Hemû malbatên xwendekarên min, wêneyên Selahattîn Demîrtaş li ser medyaya civakî parve dikin.

Min 23yê Nîsanê bi tîşortên ku Ataturk li ser e, zeybek lîst. Ev serkeftina min e.

Ez bi xwe û zarokên xwe serbilind im.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst