KOCAELÎ - Ji ber grûp seksa li fabrîkayê ji kar hatin derxistin!

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kartepeyê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê, 4 karker bi angaşta grûp seksa li fabrîkayê ji kar hatin derxistin.

Li gorî agahiyan, jinekê û 3 mêran li fabrîkaya Federal Mogulê grûp seks kiriye.

Li gorî nûçeya Bagimsiz Kocaeliyê, jin karmenda ewlehiyê ya wê fabrîkayê ye.

Herwiha 2 mêr karmendên ewlehiyê û mêrek jî xebatkarê heman kargehê ne.

Li gorî nûçeyê, wan 4 kesan di nobeda şevê de grûp seks kiriye.

Piştî ku xebatkarên kargehê giliyê wan kiriye rêveberiya fabrîkayê qeydên kamerayan kontrol kirine.

Ji kar hatin derxistin

Kompanyayê piştî kontrolan biryar da ku wan 4 kesan ji kar derxe û “têkiliya zayendî ya nelirê” jî wekî sedema vê biryarê hat nîşandan.