Demirtaş piştgiriya xwe bo Kiliçdaroglu ragihand

04-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Selahattin Demirtaş Kemal Kiliçdaroglu Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş bi belavkirina wêneyekî Kemal Kiliçdaroglu piştgiriya xwe ya ji bo wî ragihand û got: “Birêz 13emîn Serokkomarê Tirkiyê Kiliçdaroglu, ez di wê baweriyê de me hûn dê cudakariyê nehêlin, aştiya civakî pêk bînin.”

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku ji 2016an ve di girtîgeha Edirne de girtî ye, şevê din peyamek li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kir û piştgiriya xwe ji bo berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ragihand.

Demîrtaş doh sibehê ragihandibû ku ewê demjimêr 21:00an li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamekê belav  bike.

Şevê din Demirtaş peyama xwe belav kir û li gel wêneyekî Kemal Kiliçdaroglu gotiye: “13mîn Serokkomarê Tirkiyê birêz Kemal Kiliçdaroglu, Xwedê rêya te veke. Ez ji dil ji wê yekê bawer im ku hûn dê cudakariyê nehêlin, aştiya civakî pêk bînin, Tirkiyê bighînin xweşguzeranî û aramiyê. Dengê min bo we ye, birêz Serokomar Kiliçdaroglu û piştgiriya xwe ji bo wî ragihandiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst