Erdogan: Ez dizanim hûn dê serokê xwe nekin qurbana pîvaz û kartolan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan di mîtînga Gîresûnê de got, "Ez dizanim, hûn dê serokê xwe nakin qurbana pîvaz û kartolan."

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li Gîresûnê beşdarî mitînga partiya xwe bû û gotarek pêşkeş kir.

Hûn dibînin, enflasyon her meh kêm dibe. Înşallah wê her meh wiha kêm bibe û dewam bike. Em dê bi zêdekirina mûçeyên karmend û xanenişînên xwe xisara refahê jiyanê telafî dikin. Di Tîrmehê de, em dê bi zêdekirinên nû yên ku hem ferqa enflasyonê û hem jî para refahê li ber çavan digirin, karmend û xanenişînên xwe hê bêtir rehet bikin.”

Erdogan derbarê Serokê Giştî yê CHPyê û Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu de jî wiha got, "Ku çayê bibîne jê fêm nake, ku findiqê bibîne nas nake, lê heta bibêjî derewan dike."

Erdogan di axaftina xwe de gazî welatiyan kir ku li projeyên wî xwedî derbikeve û got: “Werin ji bo welat, milet û paşeroja ronak a zarokên xwe di 14ê Gulanê de li dora Sedsala Tirkiyê em destê hev bigirin. Ez dizanim ku hûn serokê xwe nakin qurbana pîvaz û kartolan. Gîresûn dê bi awayekî xurt emanetê lehengên me biparêze. Birayên min ên Gîresûnê ji kesî natirsin."