Hevserokê ESPê Şahin Tumuklu hat girtin

04-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Ezilenlerin Sosyalist Partisi (ESP) Şahin Tumuklu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Stenbol û Eşkşehîrê yên Tirkiyê ji 23 kesên ku 30 Nîsanê ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin, Berbijêrê Parlementeriyê yê Partiya Çep a Kesk (YSP) ê Eskîşehîrê û Muslum Koyun û Hevserokê ESPê Şahin Tumuklu jî dinav de 7 kes hatin girtin.

Roja 30ê Nîsanê di encama du lêpirsînên ku ji aliyê serdozgeriyên komarê yên Stenbolê û Eskîşehîrê ve hatibûn destpêkirin, li wan herdû bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û 23 endam û berpirsên Partiya Çep a Kesk (YSP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA) desteser kiribûn.

Kesên desteserkirî doh 3ê Gulanê piştî wergirtina îfadeyên wan li dozgeriyê bo dadgehên Stenbol û Eskîşehîrê hatin şandin.

Dadgehê derbarê 7 kesan de ku Hevserokê ESPê Şahin Tumuklu jî di nav de biryara girtinê da, 7 kes zindanîkirina malê û 9 kes jî bi mercê kontrola edlî hatine berdan.

Kesên hatine girtin bi rêvebirin û beşdarbûna çalakiyên 8ê Adarê, 25ê Mijdarê, 1ê Gulanê û Meşa Rûmetê tên darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst