15 rapirsî: Hilbijartina serokkomariyê diçe gera duyem

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên 15 rapirsiyan hilbijartina serokkomariyê ya Tirkiyê ku dê 14ê Gulanê bê kirin, di gera yekem de bidawî nabe û Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu di gera duyem de hevrikiya hevûdu dikin.

Li Tirkiyê parvekirina encamên rapirsiya di çarçoveya qedexeyên hilbijartinê de ji ber ku ji hilbijartinê re 10 roj mane ji roja 4ê Gulanê ve qedexe ye.

Di medyaya Tirkiyê de, encamên rapirsiyên kompanyayên Metropoll, Gezici, ORC, ALF, Optimar, SONAR, MAK, Aksoy, AR-G, Yoneylem, PIAR, Area, ArtiBir, HBS û TEAM hatine belavkirin.

Li gor 12 rapirsiyan berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li pêş e û li gor 3 rapirsiyan berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan li pêş e û di gera yekem de ti berbijêrek %50ê dengan bidest naxe.

Li gor encamên giştî yên 15 rapirsiyan dengê berbijêran wiha ne:

Kemal Kiliçdaroglu: %47.6

Recep Tayyip Erdogan: %45

Muharrem Înce: %5.1

Sinan Ogan: %2.4

Herwiha li gor rapirsiya Kompanya Polimetre ku meha Gulanê hat belavkirin di hilbijartinên parlamentoyê de Hevpeymaniya Millet 278 parlamenteran bidest dixe û Hevpeymaniya Cumhur 246 parlamenteran bidest dixe û Partiya Çep a Kesk (YSP) 76 parlamenteran bidest dixe.