HUDA PAR: Bila ti kes nekeve xefika planên tarî

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA PAR) der barê êrîşa ku birin ser standa wan a hilbijartinê de got, "Em naçin şer, diçin hilbijartinê. Bila ti kes nekeve xefika planên tarî.

HUDA PARê derbarê êrîşa ser standa hilbijartinê ya Trabzonê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya nivîskî ya HUDA PARê de hat gotin, piştî ku li Mêrsînê dijî standa wan a hilbijartinê ya partiya wan êrîşa çekdar hat kirin, îcar jî êrîşeke bi wî rengî li Trabzonê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêşengên mixalefetê bi israrî dijî HUDA PARê zimanekî tundî bi kar tînin û wan wek hedef nîşan didin, loma gotinên wan jî wekî êrîşa dijî endamên partiya wan deng vedide.

HUDA PAR dibêje: “Ji ber tirsa ku dê di hilbijartinê da têk herin, operasyonan dikin ku partiya me bê îtibar bikin û weke dijmin nîşan bidin. Di encama van operasyonan de jî êrîş tên kirin. Lê ti hilbijartina ku hûn xeyalê qezenckirina wê dikin, ji aramî û aştiya miletê me bi qîmetir nîne. Dev jê berdin û êdî zarokên vî welatî ji bo kar û barên xwe yên qirê bikar nehênin. Hûn dê têk biçin."

HUDA Part herwiha dibêjê ew dê li hemberî êrîşan “berjewendiya welat derxe pêş û bi aqlê selîm tevbigerin.”

Herî dawî HUDA PAR dibêje: “Em naçin şer, diçin hilbijartinê. Piştî hilbijartinê jî mîna niha em ê dîsa wekî mirovên hev, cînar hev û hevkarên hev li rûyê hev binihêrin. Bila ti kes nekeve xefika planên tarî û dijmintiya mirov, cînar û hevalê xwe yên kar neke. Mirovên vî welatî bi jihevhezkirinê ligel hev mane. Dê dîsa bi hezkirin, yekîtî û bihevrabûnê jiyana xwe bidomînin."