Bavê Cîhan Aymaz: Heta ez xweş bim ez ê li pêy doza kurê xwe herim

04-05-2023
Rawîn Stêrk
Bavê Cîhan Aymaz: Heta ez xweş bim ez ê li pêy doza kurê xwe herim
Bavê Cîhan Aymaz: Heta ez xweş bim ez ê li pêy doza kurê xwe herim
Nîşan Cîhan Aymaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê bi navê Cîhan Aymaz ku li Stenbolê li kuçe û kolanan stran digotin li navçeya Kadikoyê bi awayekî hovane hate kuştin. Dema ku Cîhan stranên xwe digotin, kesek nêzî wî dibe û daxwaza strana ‘Olurum Turkiyem’ ango ‘Ez gorî Tirkiyê’ dixwaze. Piştî ku Cîhan dibêje ku ew vê stranê nizane, ew kes kêra xwe derdixe û li ser dilê Cîhan dide. Pişt re jî wî dehfî behrê dide. Kesê kujêr hate girtin, li malbata Cîhan jî şîn û girî ye. Bavê Cîhan Aymaz got, “Kurê min qetil kirin. Heta ez xweş bim ez ê li pêy doza kurê xwe herim.”

Dema vê strana xwe dibêje haya wî jê nîn e ku tenê du seatên wî mane li dinya ronik. Tenê du seat piştî vê kêliyê xwîna wî wiha dadirive nava behrê. Malbat û kesûkar û gundiyên Cîhan Aymazê 26 salî ku xelkê Qersê ne şîna tofanê digirin ku bi serê wan de hatiye.

Bavê Cîhan, Xêredîn Aymaz got, “Ev kara du sal bûn dikir. Weke hobî dikir. Êvaran diçû ji xwe re kilam digotin. Ez di rê de bûm. Dema min bihîst min seyara xwe hişt di rê de û ez çûm. Kurê min qetil kirin. Hetanî ez xweş bim ez ê li pêy doza kurê xwe herim.”

Malbata Cîhan Aymaz beriya zêdetir 15 salan hatine Stenbolê. Cîhan li şerîkeyeke kargoyê karker bû. Di demên xwe yên vala de li cihê ku hatî kuştin stran digotin. Dema di roja xwe ya dawîn de dîsa stran digotin, kesekî bi navê Mihemed Caymaz ku xelkê Wanê ye nêzî wî dibe jê re dibêje, ‘zû strana Ez Gorî Tirkiye’ bêje. Ew jî dibê ez vê stranê nizanim. Bi vê gotinê re kujêr kêra xwe derdixe û li ser dilê wî dide. Pişt re jî dehfî behrê dike.

Birayê Cîhan Yûsif Aymaz anî ziman, “Kadikoy cihekî qelebelix e. Di nava hezaran polîsên sivîl de kekê min qetil kirin. Ew qetliameke li ber çavan e û tu telafî ya wê jî nîn e.”

Cîhan Aymaz ku beriya demekê ji ber straneka xwe doz lê hatibû vekirin li ser medya civakî jî weke hedef hatibû nîşandan. Cihê ku wî stran lê digotin ev der e di rojeka xwe ya normal de berdewam e bermahiyên wî li cihê xwe.

Muzisyen Zala got, “Hevalê Cîhan dema hate kuştin 300 metre dûrî min bû. Min li vir stran digotin û min dît ambûlans di ber min re derbes bû. Min nizanî ew e. Carina em jî ditirsin em nizanin wê çi bê serê me. Carê yek hat kêleka min serê wî germ bû seatekê ez rawestiyam min stran negotin.”

Cîhan ku hîn di bihara jiyana xwe de bû li Stenbolê bi xakê hate spartin. Kujer Mihemed Caymaz hate girtin û lêpirsîn berdewam e. Metirsiya li ser hunermendên ku li kuçeyan bi Kurdî stranan dibêjin jî her weke xwe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst