Galip Ensarioglu: Dewlet berdewam bi Ocalan re hevdîtinê dike

04-05-2023
RÛDAW
Nîşan Galip Ensarioglu Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Galip Ensarioglu yê ku ji aliyê AK Partiyê ve wek berbijêrê yekem ê parlamenteriyê li Amedê hatiye destnîşankirin got, “Dewlet bi Ocalan re berdewam di nava peywendiyê de ye û heger PKK dest ji çekan berde, dibe ku pêvajoyeke nû were destpêkirin.”

Berbijêrê AK Partiyê Galip Ensarioglu ji bo medya Tirkiyê axivî û diyar kir ku ji bo çareserkirina Pirsa Kurd proseyek hatibû destpêkirin lê ew prose ji aliyê HDP û PKKê hatiye bidawîkirin.

Ensarioglu dibêje, “Dewlet berdewam bi Ocalan re hevdîtinê dike. Dema Ocalan dixwaze ji bo çareseriyê alîkar be, ji bo yekîtiya Tirkiyê û bidawîkirina tûndûtîjiya bi çekan alîkar be û dewlet ji vê yekê bawer bike, hevdîtinên bi vî awayî berdewam dibin. Lê îro em dibînin ku yê şert û mercên vê yekê ji holê rakirine HDP ye, Qendîl e. Wate yê ku Ocalan tecrît dike ne dewlet e , yên Ocalan tecrît dikin Qendîl û HDP ye. Yên ku proseya çareseriyê têk birin jî, yên ku rola Ocalan vala derxistin jî dîsa ew bi xwe bûn.”

Ensarioglu amaje bi wê yekê dide ku proseya hatiye bidawîkirin careke din berdewam nake lê eger Ocalan ku ti rewatiya wî nemaye bang li PKKê bike û PKK hebûna xwe ya çekdarî bidawî bike, dibe ku proseyeke nû bê destpêkirin.

Ensarioglu dibêje vê carê eger proseyek bê destpêkirin dê ne li ser HDPê û PKKê be dê bi giştî ligel Kurdan û bi giştî ligel Tirkiyê bê birêvebirin.

Ev di demekê de ye Hevpeymaniya Cumhur propagandeya xwe ya hilbijartinên 14ê Gulanê li ser vê yekê dike ku berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bi PKKê re bazarek kiriye û piştgiriya HDPê jî encama vê bazarê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst