Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin rapora meha Nîsanê belav kir

04-05-2023
RÛDAW
Nîşan Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di Nîsana îsal de 21 jin ji aliyê mêrên ku nasê wan in hatine kuştin û kuştina 23 jinan jî bi guman e.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin raporta xwe ya Nîsana 2023an eşkere kir.

Li gor raportê meha borî 21 jin hatin kuştin û 23 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Jin ji aliyê kî ve hatine kuştin?

9 -  Mêrê wê

1 -  Mêrê wê yê berê

1 -  Xoşewîstê berê

2 – Xizm

3 – Kur

3 – Nas

1 – Bav

Li gor raportê jin herî zêde li male hatine kuştin ku hejmara wan 11 ye û ev jî ji %52ê kuştina jinan e.

Herî zêde jin li ku derê hatine kuştin?

11 -  Mal

5 - Kolan 

1 – Otomobîl

1 – Cihê kar

1 - Axûr

1 – Çadir

1 – Ne diyar e

Herwiha li gor raportê ji 21 jinan 5 jin ji wan ji ber ku xwestine xwe ji mêrê xwe berdin û lihevkirin red kirine hatine kuştin. 2 jin jî bi hinceta aboriyê, 12 jin jî sedema kuştina wan nehatiye diyarkirin, 1 jin ji ber pevçûnê û 1 jin jî jiber lihevnekirina li ser zeviyê hatiye kuştin.

Jin bi kîjan sedeman hatine kuştin?

5 - Ji ber xwestine derbarê jiyana xwe de biryar werbigrin

2 -  Aborî

12 – Sedem nehatiye diyar kirin

1 – Pevçûn

1 – Lihevnekirina Zeviyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst