‘Dagîrkirina Bêdeng’ bû sedemê nerazîbûna koçberan

04-05-2022
RÛDAW
Nîşandana fîlmekî bû sedemê nerazîbûna koçberan
Nîşandana fîlmekî bû sedemê nerazîbûna koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê Kurte-filmek bi navê “Dagîrkirina Bêdeng “ku behsa guhertina demografiya Tirkiyê dike, di nava 2 rojan de li ser Youtube zêdeyî milyonek car hate temaşekirin, piştî nîşandanê, ew fîlm bo sedemê nerabzîbûna wan koçberên li Stenbolê dimînin, ji ber ku ew dibêjin naveroka filmê wiha dike ku dijminkariya koçberan were kirin.

Li Meydana Şîrînevler û hinek kolanên Stenbolê hejmareke zêde ya koçberên Sûrî û Efxanî kom bûn weke nerazîbûna xwe anîne ziman. Herwiha li kolaneke Stenbolê ya li navçeya Taksîmê jî, hejmareke zêde ya koçberên Sûrî û Efxanî li ber kom bûn, guşar xistine ser hejmarek welatiyên homoseksuel ku li avahiyekê dimînin. Beşeke zêde ya Stenboliyan nîgeran in û li gor wan demografiya bajarê wan tê guhertin.

Kurte-filmê "Dagîrkirina Bêdeng" ku behsa guherîna demografiya Tirkiyê dike, di dema kêmî du rojan de li ser Youtube zêdeyî yek milyon û nîv temaşevanên wê hebûn.

Derhênera film bi tohmeta berevajîkirina rastiyan û handana nefret û kînê li beramber koçberên Sûrî, êvara Sêşembê hat desteserkirin û derengê şevê hat berdan.

Parêzerê Hande Karacasu dibêje: “Bi ti awayekî xelk han nedane nefret û dijminkariyê bikin, me amaje bi vê da. Bi fermana Dozgerê Giştî miwekîla me Hande Karacasu hat azadkirin."

Li gor rapirsiya dawî ya Kompanya Optimarê, ji sedî 21ê xelkê li Tirkiyê dibêjin ku ji Sûriyan bêzar in. Derbarê sedeman de jî, ji sedî 32.2 dibêjin mafê wan zeft kirine. Ji sedî 69.2 dibêjin derfeta karkirina wan kêm dikin û li gor ji sedî 29.2ê wan jî derfeta wan a kar sînordar kirine. Ji sedî 18.8 dibêjin ji mana wan a daîmî nîgeran in. Ji sedî 13.6 dibêjin ji penaberên Sûrî ditirsin. Ji sedî 51.6ê beşdarbûyên rapirsiyê dibêjin ligel Sûriyan hest bi asayîşê nakin, ên ku dibêjin hest bi asayîşê dikin rêjeya wan tenê ji sedî 3.6 e.

Li gor daneyên Komeleya Penaberan a Tirkiyê, heta 21ê Nîsana 2022ê hejmara penaberên Sûrî yên li Tirkiyê nêzîka sê milyon û 800 hezar kes bûye û ji serê sale ve zêdeyî 25 hezar Sûrî hatine Tirkiyê. Ji sedî 98.7ê Sûriyan li bajaran bicîh bûne û tenê ji sedî 1.4ê wan li kampan dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst