Ji bo dîtina Ocalan serlêdan

04-05-2021
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan PKK Îmralî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku li zindana Îmraliyê girtî ye, îro ji bo dîtina wî serlêdan kirin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Li gor agahiyan, çar parêzerên Ocalan ên bi navê Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Raziye Ozturk, îro Sêşemê 4ê Gulana 2021an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dane û daxwaza hevdîtina bi muwekilê xwe re kirine.

Herî dawî parêzerên Ocalan di 7ê Tebaxa 2019an de karîbûn serdana Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê bikin û ji hingê ve heya niha rê bi hevdîtinên li gel Ocalan nehatiye dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bi hinceta 'nexşerêya' ku Abdullah Ocalan sala 2019'an ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke parêzname amade kir, di 23ê Îlona 2020an de ji bo 6 mehan hevdîtina Ocalan bi parêzerên wî re qedexe kiribû.

Tevî ku ew qedexe di 23ê Adarê de bi dawî bû, lê hikûmeta Tirkiyê hêj serlêdanên ji bo hevdîtina li gel Ocalan qebûl nake û rê nade ti kes biçe hevdîtina wî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst