Sezgîn Tanrikulu derbarê Komkujiya Dêrsimê de daxwazek pêşkêş kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu di 83 salvegera Komkujiya Dêrsimê de projeyasayek pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kir û daxwaza vekirina arşîvan kir.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu amaje bi wê dike, salên 1937 û 1938an de, ji ber ‘operasyonên Dêrsimê’ bi deh hezaran kes hatine kuştin û koçberkirin û heta niha jî nîqaşa derbarê wan bûyeran de berdewam in.

Sezgîn Tanrikulu dibêje, ji bo ku bên zanîn ji 1926an ta 1940an li Dêrsimê çi qewimîne, dewletê di vî warî di stratejî daye ber xwe, mezinahiya bûyerên rûdayî çi ye, di serî de yên li Serokomariyê, divê hemû zanyarî û belgeyên derbarên wê vê bûyerê de li dam û dezgehên din ên dewletê, di bin banê parlamentoyê de bên komkirin û pêşkêşî lêkolînerên navxwe û biyanî bên kirin.

Ew parlamenterê CHPê dibêje, heta niha jî bidestxistina belgeyên derbarê wan bûyerên li Dêrsimê rû dane, rastî astegiyan tê û diyar dike ku bidestxistina belgeyên sereke yên derbarê wan bûyeran de li arşîvên dewletê girîng e.