Ahmet Şik ji HDPê îstîfa kir

04-05-2020
RÛDAW
Nîşan Ahmet Şik HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenter Ahmet Şik ragihand ku wî ji HDPê îstîfa kiriye.

Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Ahmet Şik, li hejmara xwe ya Twîtterê peyamek belav kir û ragihand ku wî ji HDPê îstîfa kiriye.

Derbarê sedema îstîfaya xwe jî Ahmet Şik nivîsandiye ku biryara wî şexsî ye û hêviya xwe derbirî ye ku bawerî bi ti “teoriyên komployê” neyê anîn.

Herwiha Ahmet Şik aşkere jî kiriye ku wî roja 1ê Nîsanê biryara xwe ya îstîfayê pêşkêşî partiya xwe kiribû û îro ew biryara wî bûye fermî.

Her di dewama daxuyaniya xwe de Ahmet Şik rexne li rêveberiya HDPê jî kiriye û gotiye wî ji ber “helwesta serdest a li nav rêveberiyê ku dûr e ji demokrasî, hêz, wate û nirxên HDPê” biryara îstîfayê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst