BDP: Pêdiviyên pêvajoyê pêk naYêN ji ber xort diçin nav PKKê

04-05-2014
RÛDAW
A+ A-


Enqere (Rûdaw) - BDPê ragihand ku, ji ber ku hikûmet pêdiviyên pêvajoyê pêk nayîne, xort tevlî PKKê dibin.

Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) dibêje, zarokên kurdan ji dema ku hatine jiyanê tim rastî zilm û zordariyê hatine, û welatê xwe di nava şer de dîtine, û hikûmeta Tirkiyê heta niha rêya siyasetê ji bo kurdan baş venekiriye.

BDPê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de diyar kir ku,ji ber ku gellek ciwan tevlî rêzên gerîlayên PKKê dibin, li hember partiya wan hemleyeke pir mezin ya reşkirinê li Tirkiyê dest pêkiriye.

Partiya Aşitî û Demokrasiyê dest nîşan kir ku, heta ku qeleqol û qereqolên nû bên ava kirin, û aşitî di metirsiyê de be, û aşitiyeke mayinde çênebe, û ew zilma li ser kurdan heyî ranebe, û rêya siyasetê baş venebe, wê xotên ku biçin çiyê.

Wek tê zanîn di meha borî de hin ciwanên kurd tevlî PKKê bûn, û gellek gengeşe li ser van tevlîbûnan di civaka kurdî û medyaya Tirkiyê de çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst