TIRKIYE - Pizîşkên diçin derveyî welat zêdetir dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) ragihand, di sê mehên destpêkê yên sala 2023ê de 700 pizîşkan ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine. Sala 2021ê ev hejmar hezar û 405 kes bû. 2 hezar û 685.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hejmara karmendên tendirustiyê ku dixwazin biçin li welatekî din bixebitin roj bi roj zêdetir dibin. TTBê amarên sala 2023ê ya pizîşkên “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine eşkere kir.

Li gor amaran meha Adara 2023ê 235 pizîşkan ji bo biçin li derveyî welat kar bikin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtin û hejmara giştî ya sala 2023ê ya pizîşkên “Belgeya Rewşa Baş” wergirtin, gihişte 700 kesan. Sala 2012an jî hejmara pizîşkên ku dixwestin biçin derveyî welat tenê 59 bû.

TTBê ragihand, di serî de li herêmên erdhejê divê şertên giran û neewle yên karkirina pizîşkan bêne rakirin.