Li Tirkiyê bikaranîna çek û kêran heta 12 salan daketiye

04-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, sala 2022an 3 hezar û 352 zarok di çarçoveya “Yasaya Çekên bi Agir û Kêr û Amûrên Din” de hatine darizandin.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê, amarên darizandinê yên sala 2022 li gor temen û regeza wan eşkere kirin.

Li gor amaran, hejmara zarokên ku sala 2022an hatine darizandin li gor sala 2021ê %131 zêde bûye. Herwiha li gor amaran diyar dibe ku bikaranîna çekan heta temenên biçûk daketiye.

Sala 2022an bi hinceta ku li ser wan demançe yan kêr hatine girtin bi tevahî 69 hezar û 892 kes di çarçoveya “Yasaya Çekên bi Agir û Kêr û Amûrên Din” de hatine darizandin, ku 3 hezar û 352 kes zarokên di bin 18 salî de bûne. Zarokên herî biçûk ku hatine darizandin 12 salî bûne.

Sala 2021ê hezar û 453 zarok di çarçoveya “Yasaya Çekên bi Agir û Kêr û Amûrên Din” de hatibûn darizandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst