Derbarê 103 amîralên xanenişîn de lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê daxuyaniya 103 amîralên xanenişîn de lêpirsîn da destpêkirin.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hat gotin di 4ê Nîsana 2021î de li ser medyaya civakî û hin malperên înternetê daxuyaniyeke bi navê "Ji 103 amîralan danezana Montroyê" hat parvekirin.

Hat gotin derbarê kesên ku daxuyanî amade kirine û yên bi wan ra eleqedarin de lêpirsîn hat destpêkirin.

103 fermandarên berê yên hêzên deryayî li Tirkiyê, duh 4ê Nîsana 2021an, piştî derketina wêneyê Fermandeyê Îkmala Deyayî yê Amîral Mehmet Sari yê bişaşik û li ser nîqaşên Peymana Montroyê belavoyek weşandin.

Di belavokê de hate gotin: “Montro, ne tenê derbasbûna tengavên li Tirkiyê saz kiriye, di heman demê de mafê serweriya bi temamî ya tengavên Stenbol û Çanakkaleyê vegerandiye û Peymana Lozanê temam dike ku serkevtineke mezin a dîplomasiyê ye.”

Hikûmeta wî welatî li hemberî belavokê nerazîbûn nîşan da.