Li Bursayê êrişî avahiya DEM Partiyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Înegolê ya Bursayê êrişî avahiya DEM Partiyê hat kirin.

Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê grûpekê ve hatiye kirin.

Di encama êrişê de derî û penceryên avahiya navçeya Înegolê ya DEM Partiyê hatin şikandin.

Endamên DEM Partiyê li ber avahiya navçeyê kom bûn û bertek dan êrişê.

Namzetê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê yê DEM Partiyê Îhsan Seylan êrişê şermezar kir.

Seylan got ku ev êriş ne tenê li dijî DEM Partiyê, li dijî demokrasiyê hatiye kirin.