STENBOL - Taştêya li ser deryayê: ‘Ev ne geşteke normal e!’

04-03-2024
RÛDAW
Wêne: Taştêyeke li Derbenda Stenbolê /Vîdeo û Wêne: Rûdaw
Wêne: Taştêyeke li Derbenda Stenbolê /Vîdeo û Wêne: Rûdaw
Nîşan Stenbol Keştî Derya
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Stenbola ku di nav bajarên herî bedew ên cîhanê detê nîşandan, bi taybetî ji bo geştyaran alternatîvên balkêş nîşan dide.

Bajarê ku mazûvaniya çendîn şaristaniyan kiriye her demsal gelek geştyaran dihewîne.

Ji bo ku geştyar bi razîbûn û kêfxweşî vegerin jî gelek rêbaz hene di warê geşt û xwarinan de.

Di salên dawî de ji bo heman mebestê keştiyeke nostaljîk a xwarin û taştêya li ser deryayê hatiye dîzaynkirin û bala xelkê kişandiye.

Kesên ku bixwazin di dema taştê de dikarin di heman demê de cîh û warên herî bedew ên Stenbolê yên li dora Bosphorusê jî bibînin.

Qelebelixek tevî sermaya sibeheke zivistanê di dorê de ye lê ne ji bo çûyîna kar û ne jî ji bo gihîştina bilez a cihekî ye.

Her yek ji wan ji bajar an jî ji welatekî cihê, ji bo siwarbûna keştiyeke taybet a taştê ketine dorê.

Tekane derbenda ku di navbera du parzemînan de cih digire Bosphorus ango Derbenda Stenbolê demek e derfeteke bêhempa pêşkêşî xelkê dike.

Taştêyeke li ser deryayê û manzarayeke nuwaze ya ku bi cihên dêrîn ên çendîn şaristaniyan xemiliye hevalbendiya hev dikin.

“Ev ne geşteke normal e”

Berpirs û solîsta keştiyê Nîlûfer Çakmakê got:

“Keştiya me çar sal in di ber manzaraya bêhempa ya Stenbolê re geşteke taştê ya nuwaze pêşkêş dike.

Di keştiyê de hejmara xebatkarên me 65 e û 12 jî muretebatê kêştiyê hene.

Em xizmeteke sempatîk û enerjîk pêşkêşî mêvanên xwe yên biqîmet dikin.

Her xwarineke me jî ji ya din xweştir û xwarinên me xwezayî ne. Mêvanên ku tên careke din û careke din tên.

Gelekî kêfxweş dibin ji ber ku ev ne geşteke normal a Bosphorusê ye, ji ber vê em li bendê ne ku her kes were û vê kêfê bijî.”

"Xwarin gelekî xweş in"

Geştyar Aylîn Yurdaçalê li ser geşta bi wê keştiyê anî ziman:

“Ya rast ez ne li bendê bûm ku xizmeteke ewqasî bi kalîte û rûken hebe.

Me beriya du rojan rezervasyon kir û her tiştî di seata xwe de dest pê kir.

Hemû xebatkar bi rûkenî bixêrhatinê li xelkê dikin û xwarin gelekî xweş in.

Ew demek e gelekî dirêj e ez li maseyeke ku wiha kulîlkên zindî lê hatibin danîn rûneniştibûm. Vê yekê bandoreke zêde li min kir.”

Karsazekî bi qasî 5 milyon euroyan li kirîn û dîzayna vê keştiya nostaljîk serf kirine û tenê ji bo taştê û şîvê li deryayê vegerandiye.

Ji ber ku rotaya wê li gorî dîtina cihên herî bedew ên derbendê hatiye duristkirin, mêvan li şaneşîneke wekî çîrokan xwarina xwe dixwin û muzîka ku li her du qatan grûpên cuda lê dixin jî atmosfera vê geştê bi qasî manzarayê geş û bedew û bi coş dike.

Lewma geştyarên ku berê xwe didin Stenbolê êdî ew keştî jî kiriye beşek ji mêvandariya xwe ya li Stenbolê.

“Me berî 3 rojan cihê xwe veqetand”

Geştyar Cuma Çetîn jî got:

“Em ji Almanyayê hatin û beriya ku em werin bi 3 rojan me cihê xwe veqetand.

Hem ji bo dîtina derbendê, hem jî ji bo vê muzîkê û hem jî ji bo vê taştêya gelekî xweş em hatin.

Her tişt gelekî xweş û di cihê xwe de bû. Hesteke gelekî cuda li me peyda bû û teqez ew dê nebe hatina me ya dawî.”

"Rojeke gelekî xweş bû"

Mehmet Alî Onal jî li ser geşta xwe anî ziman:

“Em ji Edeneyê beriya çend rojan hatin Stenbolê. Hevalên me hebûn û wan got em di nav deryayê de taştê bixwin.

Geşteke gelekî xweş bû. Tu dizanî Derbenda Stenbolê li cîhanê yekem e û hevtayê wê nîne.

Rojeke gelekî xweş bû û li ber vê muzîkê em taştêya xwe bi kêfxweşî dixwin. Rojeke gelekî xweş bû.”

Divê rezervasyon bê kirin

Keştiya ku kapasîteya wê zêdetirî 400 kesî ye bi xizmeta xwe û xwarinên xwe yên xwezayî û pak her ku diçe dibe tercîha sereke ji bo taştêya li ser deryayê.

Ji ber ku daxwaz gelekî zêde ye divê berê rezervasyon bê kirin.

Erzaniya vê geştê jî tevî qeyrana aborî ji bo xelkê xwecihî jî dibe sedema vê eleqeya zêde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst