RAPIRSÎ - Li Stenbolê dengên kîjan partiyê kêm bûne û yên kîjanê zêde bûne?

04-03-2024
RÛDAW
Nîşan MetroPOLL Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolînê ya MetroPOLLê ragihand ku li gorî hilbijartinên berê li Stenbolê dengên AK Partiyê kêm bûne û dengên DEM Partî û CHPyê jî zêde bûne.

Kompanyaya Lêkolînê ya MetroPOLLê li 39 navçeyên Stenbolê di navbera 21-22yê Sibata 2024an de bi hezar û 664 kesan re rapirsiyek kir û encamên wê parve kirin.

MetroPOLLê di rapirsiyê de ji dengderan pirsiye: “Eger vê yekşemê hilbijartinên parlamentoyê çêbibin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Li gorî rapirsiyê, rêjeya dengên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li gorî hilbijartinên berê daketiye û dengên Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) jî zêde bûne.

Bêyî ku dengên kesên bêbiryar û kesên dengdanê protesto dikin li partiyan bên belavkirin rêjeya dengên partiyan bi vî awayî ye:

AK Partî: Ji sedî 26,4

CHP: Ji sedî 24,7

DEM Partî: Ji sedî 8,0

MHP: Ji sedî 5,2

ÎYÎ Partî: Ji sedî 5,1

Partiya Zaferê: Ji sedî 2,1

TÎP: Ji sedî 1,5

YRP: Ji sedî  3,7

Partiya Memleketê: Ji sedî 1,2

Yên din: Ji sedî 2,0

Bêbiryar: Ji sedî 11,5

Protesto: Ji sedî 5,5

Yên bersiv nedane: Ji sedî 3,1

Piştî ku dengê kesên bêbiryar, ên bersiv nedane û hilbijartinê protesto dikin li partiyan hatin belavkirin encam wiha ye:

AK Partî: Ji sedî 33,1

CHP: Ji sedî 31,0

DEM Partî: Ji sedî 9,9

MHP: Ji sedî 6,5

ÎYÎ Parti: Ji sedî 6,3

Partiya Zaferê: Ji sedî 2,7

TÎP: Ji sedî 1,9

YRP: Ji sedî 4,6

Partiya Memleketê: Ji sedî 1,5

Yên din: Ji sedî 2,5

Li gorî encamên fermî rêjeya dengên partiyan di hilbijartinên parlamentoyê yên 14ê Gulana 2023yan de li Stenbolê wiha bûn:

AK Partî: Ji sedî 35,73

CHP: Ji sedî 28,51

HDP: Ji sedî 8,18

MHP: Ji sedî 6,07

ÎYÎ Partî: Ji sedî 8,23

Partiya Zaferê: Ji sedî 2,86

TÎP: Ji sedî 4,11

YRP: Ji sedî 3,32

Partiya Memleketê: Ji sedî 1,01

Yên din: Ji sedî 1,98

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst