Antakya: Erdhejê bandoreke mezin li gundekî Ermeniyan nekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Antakya, bajarekî di aliyê pêkhateyan de rengîn e. Ereb, Tirk, Ermenî û hejmareke Cihûyan jî lê dijîn. Li wir gundekî Ermeniyan heye ku di erdhejê de zirar û ziyanên kêm dîtine û tu kesî canê xwe ji dest neda ye. Bi gotina gundiyan sedema wê yekê cihê gundê wan e, ji ber ku li ciheki bilind hatiye ava kirin û erda wî hişk û xwegirtî ye.

Li bajarê Antakyayê gundekî Ermeniyan heye û li wî gundî hem zerar û ziyan kêm in hem jî ti kesî canê xwe ji dest nedaye, bi gotina gundiyan sedema wê yekê cihê gundê wan e, ji ber ku li cihekî bilind hatiye avakirin.

Bajarê Antakyayê ku niha ji ber erdhejê bûye kavil û wêran, yek ji bajarên Tirkiyê yê pirnetewe û pir ol e, Vakifli gundekî Ermeniyan e li navçeya Samandaxê, gund tevî erdhejan li gorî gundên derdorê di rewşeke baştir de ye.

Mixtarê gundê Vakifliyê Berç Kartun anî ziman, “Niha xelkê gundê me hemû di bin konan de dimînin, gundê me 35 mal û 130 kesan pêk tê, nîvê xelkê gundî û bi taybetî jin û zarok û kesên danemir çûne Stenbolê. Patrîkxaneya Ermeniyan ya Stenbolê otobusek ji bo wan şandibû, nexweşên me jî li Nexweşxaneya Yedikule ya Ermeniyan tên dermankirin.

Gundê Vakifli ti kesî canê xwe ji dest nedaye û piraniya agahiyan jî tevî ku xisar ditîne lê li ser pêyan mane, bi gotina gundiyan sedema wê yekê cihê gund e.

Gundî Toros Silahlî got, “Gundê me li gorî gundên dewrûberê baştir e, ji ber ku cihê gundê me bilind e û zemînê wê jî saxlem me, lê aliyên jêr hemû deşt e xelki jî li erdê çandinê xanî çekiribûn.”

Hejmara gundê Vakifli nêzîkî 130 kes in û gund bi temami ji Ermeniyên Ortodoks pêk tê.