Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 21 parêzgehan hişyariya tozbarînê da

04-03-2023
RÛDAW
Nîşan Tozbarîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo 21 parêzgehan hişyariya tozbarînê hat dayîn ku piraniya wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji îro Şemiyê 4ê Adara 2023an û pê ve di nav çend rojan de dê li 21 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê toz bibare û divê welatî li gor vê yekê tedbîrên pêwîst werbigrin.

Li gor hatiye ragihandin toz ji aliyê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ber bi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê û bi taybet li parêzgehên sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê dê zêdetir bandore li jiyana welatiyan bike.

Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ji şeva borî de barîna tozê destpêkiriye û di çûnûhatinê de mesafeya dîtinê kêm bûye.

Her wiha li parêzgehên Erdexan, Qers û Erzînganê  yên Bakurê Kurdistanê dê baran bibare û li cihê bilind jî berf û baran bihevre bibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst