Li Enqerê navendek ji bo karên lêgerînê kûçikan perwerde dike

04-03-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erdhej Kûçik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navendeke perwerdekirina kûçikên lêgerînê ya li Enqerê ku ew ajelê di erdhejên 6ê Sibatê de bûye sedema rizgarkirina bi dehan kesên di bin kavilan de têne xwedîkirin. Rahêner Tarkan Ozvardar 30 sal in rahênerê kuçikan e. Ew behsa girîngiya kuçikên perwerdekirî di karên lêgerîn û rizgarkirinê de dike.

Rahênerê Perwerdekirina Kuçikan Tarkan Ozvardar anî ziman, “Ti amûreke teknolojîk, nikare bê asta kuçikên lêgerînê. Nagihe hestiyarî wan. Wate ti amûrek teknolojîk nikare hevrikiya hesta bêhnê ya pozê kuçikan bike. Ev jî nîşanî me dide ku divê teqez kuçikên lêgerînê ligel tîmên rizgarkirinê hebin û hejmara wan bê zêdekirin.”

Li navendê perwerdeya kuçikan di 6 mehiyê de dest pê dike û bo dema 2 heta 3 sal berdewam dike.

Kuçik piştî perwerdê  beşdarî çend ezmûnên navdewletî  dibin. Eger biser ketin wê demê ligel tîman dest bi karên lêgerînê dikin. Li gor şiyan û behreya xwe her cor kuçik dikare bê perwerdekirin.

Rahênerê Perwerdekirina Kuçikan Tarkan Ozvardar got, “Kuçikên lêgerînê ew kuçik in ku di hinek pişkinînan re derbasbûne û hatine hilbijartin. Li vê derê corê kuçik ne girîng e. Helbet hinek cor bo vî karî guncavtir in, lê kuçikên melez û stargehan jî dikarin bên perwerdekirin . Mînakên wan hene ku yek ji wan kuçikê min bixwe ye. Gelek kuçik dikarin bibin kuçikên lêgerînê.”

Di erdhejên 6ê Sibatê de ji 47 welatan 449 kuçikên perwerdekirî  beşdarî karên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 10 parêzgehên erdhejê bibûn.

Di demekê de ku li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tenê derdora 40 ji van kuçikan hene.

Pispor bo egera erdhej û karesatan nû tekeziyê li zêdekirina van kuçikan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst