Hewlêr (Rûdaw) - Piştî daxuyaniya Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ku ji Maseya Şeş Partî vekişiya, îro 5 partiyên Hevpeymaniya Millet dê bicivin.
Doh 3ê Adara 2023an Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ragihand ku bi hinceta nelihevkirina li ser berbijêrê serokkomariyê ew ji maseya şeş partî vediqetin û ji bo berbijêrbûnê bang li serokên şaredariyê yên Stenbolê û Enqerê yên CHPyî kir. Ev jî bû sedema karvedanan. Her du serokan jî Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew nabin berbijêr û derveyî îradeya serokê partiya xwe Kemal Kiliçdaroglu tevnagerin.
Piştî biryara IYI Partiyê îro Şemiyê 4ê Adara 2023an demjimêr 17:00an de 5 partiyên Hevpeymaniya Millet li navenda Partiya Saadetê dicivin.
Her wiha li gor hatiye ragihandin îro dê Desteya Rêveberiya Partiya Pêşerojê (Gelecek) demjimêr 11:00an de û Desteya Rêveberiya Navenda CHPê jî demjimêr 13:00an de bicivin. Tê pêşbînîkirin ku mijara berbijêrê serokkomariyê bê gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse