Li Osmaniyê çalakî hatin qedexekirin

04-03-2023
RÛDAW
Nîşan Osmaniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Osmaniyeyê ragihand ku li seranserî parêzgehê hemû xwepêşandan, meş û çalakî heta 17ê Adarê hatine qedexekirin.

Parêzgariya Osmaniyeyê 4ê Adara 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku bi armanca pêşandana nerazîbûna kêmbûna alîkariyê bo herêma erdhejê hindek çalakî hatine kirin û tê çaverêkirin ku 8ê Adarê bi helkefta Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê ji aliyê grup û şexsîn çepgir çalakî bên kirin.

Parêzgarî dibêje ji ber vê yekê bi armanca rêgirtina li wan çalakiyan ji roja Înê 3ê Adarê heta roja Înê 17ê Adarê bo dema 15 rojan qedexeya çalakiyan hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku “bi armanca parastina ewlekariya can û malê welatiyan, jinavbirina planên rêxistinên terorê, parastina ewlekariya millî û tendirûstiya giştî, parastina asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst