Welatiyekî Hatayê: Efûyên îmarê ji mirovan re bû goristan

Hatay (Rûdaw) - Li bajarê Hatay / Antakyaya ku wek bajarê şaristaniyan dihat zanîn di encama erdhejê de bajêr bi temamî bûye kavil. Lê xelkê Hatayê di rojên ewil de ji ber nebûna dewletê û ji ber “efûya îmarê”  gelek bi gilî û gazinc in. Welatiyekî ji Hatayê, rexne li polîtîkaya hikûmetê ya “efûya îmarê” digre û dibêje, ev polîtîka rê li ber karesatê vekir.

Li bajarê Hatay ku wek bajarê şaristaniyan dihat zanîn niha kavilên avahiyan tên rakirin. Her wiha li bajarê Hatayê alîkarî û piştevaniya saziyên civaka sivîl û xwebexşan berdewam dikin. Lê ji ber ku derfeta jiyanê nemaye bi sedhezran mirov bajêr terikandine û hêj diterikînin. Her çiqas beşek zêde xelkê Antakyayê ji neçarî bajêr terikandibin jî ew  bi hêvî ne ku ew dê rojekê vegerin bajarê xwe û ew dê bajarê xwe jinûve ava bikin.

Mehmet Ali Kartalê ku li taxa Armutlu ya Antakyayê dijî û xwedî galeriya otomobîlan bû, bi rojan e ku li ber kavilên mala apê xwe li benda derxistina cinazeyê apê xwe ye. Lê cinazeyê apê wî hêj di bin kavilan de nehatiye dîtin.  Mehmet dide zanîn ku di 2 rojên ewil de ji dewletê tu kes nehatiye hawara wan.

Ziyandîtiyê erdhejê Mehmet Ali Kartal dibêje: “Ya rast 2 rojên ewil tu kes nehat hawara me. Ez bi hewlên xwe di bin kavilan de derketim. Dûra ez pêxwas çûm hawara malbat û hevalên xwe. Her wiha em 2-3 rojên ewil bi hewlên xwe li jiyanê man. Elektrîk û mazota me tunebû. Otomobîlên me jî herifîbûn jixwe. Niha mal û otomobîlên min herifî ne, herî kêm 5 milyon lireyê Tirk zirar û ziyana min heye.”

Ev jî kavilên sîteya luks ya ‘Guçlu Bahçe’ ya  Hatayê ye, ku beriya 3 salan hatibû çêkirin. Lê niha daîreya vê sîteya ku berê bi 2-3 milyon lireyê Tirkî dihat firotin, herî kêm ji 75 kesan re bûye goristan. Niştecihê sîteyê Hakan Dinçer, rexne li polîtîkaya hikûmetê ya “efûya îmarê” digre û dibêje, ev polîtîka rê li ber karesatê vekir.

Ziyandîtiyê Hakan Dinçer jî got: “Ev sîteyeke 3 salî ye. Jixwe me dît ku avahî 3 salî, 30 salî an 50 salî be jî ferq nake, hildiweşe. Ji ber ku çend salan carekê efûyên îmarê derdikevin û derew tên kirin ku ‘em aştiyê bi gelê xwe re pêk tînin” dibe sedema encamên wiha. Me dît ku efûyên îmarê dibe goristana bi hezaran mirovan.”

Li aliyê din alîkarî û piştevaniya saziyên civaka sivîl û xwebexşan ji bo herêmên erdhejê berdewam dikin.  Xortê Kurd bi navê Mihemed ji Êlihê wek operatorê xwebexş çûye hawara Antakyayê.

Xwebexş Mihemed jî got: “Ez ji Batmanê (Êlihê) hatime. Ev 14 roj in ku ez li vir im. Ez operatorê katoyê me. Li vir çi ji destê me tê em dikin.”

Li gorî şaredarê Hatayê, li Hatayê ji ber erdhejê derdora 20 hezar kesan canê xwe ji dest dane û ji sedî 80ê navçeya dîrokî Antakya hilweşiyaye. Her çiqas beşek zêde xelkê Antakyayê ji neçarî bajêr terikandibin jî ew  bi hêvî ne ku ew ê rojekê vegerin bajarê xwe û ew ê bajarê xwe jinûve ava bikin.